26 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2018
ANKARA
Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî: "Miletê Tirk ji bo ku têkoşîna li dijî terorê nîvcû nemîne û kêmasî çênebe hêvîdar e ew mudaxaleya tê payîn li rojhilatê Feratê bê kirin, biçe serî. Em jî xwedî wê baweriyê ne ku ew mudaxele wê bê kirin."
Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî: "Gorî qinaeta min divê Tirkiye di tu şert û mercî da bi rejima Esed ra nekeve nav diyalogê."
Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî: "(Biryara Amerîkayê ya ji Sûriyeyê vekişînê) Lazime ew yeqîniya Tirkiyeyê hînbûn û hebûna Tirkiyeyê ya li Rojhilata Navîn û ji nû avakirina Rojhilata Navîn wek îşareteke bi kêrhatinê bê qebûlkirin. Tirkiye êdî ji qalikê xwe derketiye. Êdî nêrîna dewleta xurt divê li gelek cihên din jî bide qebûlkirin û di wê rewşê da ye."
Bahçelî ji bo geşedanên Rojhilata Navîn pêşniyaz kir ku bi bangewaziya Serokomar Erdogan va li Stenbol an jî Enqereyê civîneke kurewî were kirin.
"(Nîqaşên li ser ji Serokatiya Meclisê seba namzediyê îstifakirina Bînalî Yildirim) Tu meneya wê tuneye ku meriv vê mijarê têxe astengiyê."
" Îtifaqa Cumhur îtifaqeke girîng û bi xêr e, berdewamiya rihê Yenîkapiyê ye, pêlek e ku wê şekl û şemalê bide siyaseta Tirkiyeyê."
"Hulusî Akar Paşa li Qur'an, ala û çekê xwedî derketiye. Heke zexta li hemberî xwe bi cih bianiya ev civîn li vir çênedibû."
"MHPyê di nav 30 bajarên mezin da wê wek berê li Edene, Mêrsîn û Manîsayê namzedê xwe eşkere bike."
"Zemîna qanûnî ji bo bajarên mezin pêkan e, lê dibe ku seba bajarokan ne pêkan be. Meriv hilbijartina îdareya herêmî sist bike çêtir e."
"Piştî ku Pergala Hikûmeta Serokomariyê ket rewacê û pê va partiyeke mixalefeta sereke tuneye."
"(Kuştina Kaşikçi) Baş bû ku hikûmet li dû bûyerên kûr çû, ji nêz va şopand û di qada navneteweyî da behsa wê kir."
"(Kuştina Kaşikçi) Divê failên bûyerê bînin Tirkiyeyê û li Tirkiyeyê bên darizandin."
"Di têkoşîna FETOyê da 8 şax hene. Di nav eskeran da safîkirinên girîng û girtin çêbû, li emniyetê çêbû, li darazê çêbû, lê wek şaxa heştemîn deng ji siyasetê tuneye. Divê meriv dest bavêje vê derê."
"(Têkoşîna dijî FETOyê) Mehkeme divê bên bal hev û Konseya Sulha Li Welêt ya ku mêjiyê vî karî ye derxin holê."
"(Têkoşîna dijî FETOyê) Divê heta Konseya Sulha li Welêt herin û serê wê li ku be bê pelçiqandin."