Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di 10 emîn Konferansa Yekîtiya Parlementoya Welatên Endamên Teşkîlata Hevkariyê ya Îslamê (ÎSÎPAB) ne û li Otêla Hîlton Bomontiyê hat kirin de axivî û hêvî kir ku konferans ji bo erdnîgarî, welat û xelkên misilman û hemû miletan bi xêr be.
Serokomar destnîşan kir ku tu gotina 56 welatên misilman ên ku endamên Neteweyên Yekbûyî (NY) ne nayê pejirandin û wiha pê de çû: "Tu kes vî heqê hanê nade me, heke em vî heqê hanê bixwazin lazim e em bi xwe hildin."
Di axaftina xwe de Serokomar li ser êrîşên ku li dijî pîrozbahiyên dîn tên kirin sekinî û got: "Azadiya îfadeyê nayê wê meneyê ku her tiştî bikin, her tiştî binivîsîn û xêz bikin. Azadiya îfadeyê heqê bêhurmetiya li hemberî tiştên pîroz nade tu kesî. Ew kesên ku xwe di pişt azadiya îfadeyê da vedişêrin û resmên Pêxemberê Îslamê xêz dikin, divê bibînin ku dilê kê diêşînin, çito dibin sedema provakasyonan. Jixwe ew jî vê dizanin. Ew kesên ku ditirsin ku ji wan ra bêjin antîsemît ji bo vê li hemberî cihuyan bi dîqet disekinin, divê li hemberî hemû misliman û Pêxemberê Îslamê jî bi dîqet bin û ji bo vê berpirsiyariya xwe bizanibin. Lewra ew jî ji bo hemû mislimanan xeta sor e."
Erdogan destnîşan kir ku tu teror û rêxistineke terorê nikare nûneriya Îslamê bike, qala êrîşên ku li dijî Îslamê tên kirin jî kir û wiha pê de çû: "Terorîst û rêxistinên terorê tu carê nûnerên alema Îslamê û misilmanan nînin, berdevkê wan nînin û dê tu carî jî nebin. Çalakiyên ku rêxistinên terorê û terorîstên ku nayê zanîn ka kî ne, xizmeta çi dikin û lîstika kî ne, tu carê misilmanan re têkildar nînin û bi welatên Îslamê re eleqedar nînin."
Serokomar Erdogan hişyarî da wan kesên ku Îslamê rexne dikin û xwest ku bila herî ewil ew guh bidin wîjdana xwe û wiha dewam kir: "Kesên ku piştî êrîşên terorîstan bangî alema Îslamê û misilmanan kirin ku xwe rexne bikin, esil ew divê xwe rexne bikin, xwe bikêşin hesabê û xwe bidarizînin."
Serokomar Erdogan di axaftina xwe de qala bûyerên ku li Sûriye, Iraq û deverên din DÎŞI dibe sedem kir û got: "Hûn niha lê dinêrin rêxistineke terorê ya bi navê DÎŞIyê derketiye. Li ser navê Îslamê misilmanan dikuje. Berî her tiştê divê bê pirsîn ku 'Rayeyeke bi vî awayî ji ku distîne?' Rêxistineke terorê ya tiştên ku di nav Îslamê de tune dike û bi vî awayî misilmanan qetl dike, bi awayekî gelek eşkere û ber çavan digere. Va ye Iraqê ew li holê û eşkere ne. Niha ji sedî 40ê Iraqê ji aliyê van ve hatiye dagirkirin. Di heman demê de li Sûriyeyê jî çalakiyên terorî dikin. Wir jî dîsa bi hezaran mirov hatine kuştin."
Erdogan ji welatên misilmanan xwest ku bila li hemberî operasyonên ku li ser wan, yekîtî û hevkariya Îslamê tên kirin hişyar bin û axaftina xwe wiha domand: "Li ser alema Îslamê operasyonên mezin tên kirin. Mislimana bi hevdu didin kuştin. Mislimanan berî hevdu didin. Bala xwe bidinê xwîna ku dirije ya mislimanan e. Yê ku dikujin jî yê ku tên kuştin jî misliman in."