Li gor agahiya ku di malpera fermî ya serokomariyê de cî girt dîroka nameya ku Gul da Mîrê Kuweytê 21ê Îlona 1900an e.
Di nameya ku Deshelatdarê Kuweytê Mubareku`s-Sabah Paşa 114 sal berê ji Waliyê Besrayê Muhsîn Paşa re şandiye de tê gotin mezgefta ku çêkirina wê temam bûye bi navê Padişahê Osmanî Evdilhemîedê 2yemîn ve vebûye.
Mîrê Kuweytê Şêx el-Sabah, nameya ku Gul dayê wergirt û got ku 'jixwe nameyeke wiha tenê li cem we tê dîtin'.
- Serokomar Gul li gel xanima xwe Hayrunîsa Gul, Opereta Kuweytê temaşe kir.
Danîşana operetê li amfiya şanoya Qesra Beyanê ya ku Gul lê dimîne bi awayekî nehênî hat kirin.
Di Opereta Kuweytê ya ku her sal bi minasebeta salvegera Roja Neteweyî ya Kuweytê tê lidarxistin de xeynî hunermendan, hezar 300 zarok jî cî digrin. Di operetê de rûdan û serdemên gîrîng ên ji dîroka Kuweytê li gel muzîkê ve tê sehnekirin.