Ev gerên Serokwezîr wek pirtûkeke ku ji 460 rûpelî pêk tê hat amadekirin û tê de nêzî 2 hezar wêne hatin bikaranîn.
Kordînatoriya Dîplomasiya Raya Giştî gerên Serokwezîr Erdogan bi navê "Çîrokeke Rêwîtiyê" wek pirtûk amade kir. Amadehiya vê pirtûkê nêzî 2 salan dewam kir û di vê seyahatnameya nûjen ya Serokwezîr de cih dan panel, konferans, peyman, hevdîtin û merasîmên cûr bi cûr.
Di pûrtûkê de ji bilî hevdîtinên fermî bal kişandin ser dîtbarî, dîmen û înfografiyên ji boTirkiyeyê. Serokwezîr Erdogan jî ji bo pirtûkê pêşgotinek nivîsî. Di pêşgotinê de hat bilêvkirin ku meriv wek rêwiyekî li ser rûyê dinyê û wiha hat dewamkirin: "Meriv li rûyê dinyayê wek rêwî ye. Bi qasî menzîla rêwî ew rêya ku rêwî dê tê de biçe jî girîng e. Ji roja ku em derketine rê heta îro em dizanin ku ji bo em bigihêjin menzîleke rast tevdigerin û em li gor wê berpirsyariyê jî dixebitin. Di vê rêwîtiyê de me edalet û dilpakî ji xwe re kir rêber. Me ne got şev, roj, havîn û zivistan li çar aliyê welêtê xwe em geriyan û me gelê xwe hembêz kir. Vê yekê jî têra me nekir vê carê me berê xwe da dinyayê û em bi sed hezaran kîlomêtre rê çûn. Ji bo ku em Tirkiyeyê xwe di nav welatên dinyayê de bi cih bikin xebitîn. Em ji bo ku Tirkiyeyê pêşve bibin derketin rê. Li her welatê ku em çûnê dema ku me alaya xwe didît, sirûda xwe ya neteweyî dibihîst, bi welat û û yarên welatê xwe re em dihatin bal hev û bi vê yekê em pir kêfxweş dibûn.
Serokwezîr Erdogan di navbera sala 2003an û 2014an de li 5 parzemînan bi tevahî çû 93 welatan û 305 serdan kir. Bi saya van rêwîtiyan bazirganiya Tirkiyeyê jî sedî 354 mezin bû. Serokwezîr di nav gerê xwe de herî zêde çû welatên ewropayê û di nav welatên ewropayê de jî herî zêde (15) çû Almanyaya ku bi milyonan welatiyên Tirkiyeyê li wê derê ne. Piştî Almanyayê Serokwezîr 14 caran çû DYAyê, 12 caran Azerbaycanê û 12 caran jî çû Belçîkayê.
Welatên ku herî zêde Serokwezîr Erdogan çûyê di pirtûkê de wiha hatin rêzkirin.
"Almanya (15), DYA (14), Azerbaycan (12), Belçîka (12), Rûsya (11), Erebistana Siûdî (11), Sûriye (11), Ingilîstan (9), Îtalya (8), Fransa (8), Spanya (7), Yewnanistan (6), Swîsre (6), Bosna Hersek (5), Awistûrya (4), Bûlgaristan (4), Ernawut (3), Polonya (3), Ukrayna (3). Komara Çek (2) Danîmarka (2), Finlandiya (2), Hollanda (2) , Swêd (2), Kosova (2), Macaristan (2), Makedonya (2), Portekiz (2), Romanya (2) û Sirbistan (2) û ji bilî van carekê jî Hirvatistan, Îrlanda, Letonya, Luksembûrg, Moldova, Monako, Norveç, Slovakya, Slovenya û Vatikanê jî ziyaret kir.
- Serokwezîr çû 17 welatên parzemîna Asyayê
Di nav gerên Serokwezîr Erdogan de welatên parzemîna Asyayê jî xwediyê cihekî girîng bûn. Serokwezîr di nav 11 salan de çû 17 welatên parzemîna Asyayê. Di nav van welatan de Serokwezîr herî zêde çû Rûsyayê (11). Welatên parzemîna Asyayê ku Serokwezîr çûyê ev in:
Pakistan (7), Gurcistan (6), Malezya (4), Endonezya (3), Koreya Başûr (3), Japonya (2), Mogolistan (2), Efganistan, Bangladeş, Brûneî, Komara Gel a Çînê, Hindistan, Giravên Maldîwê, Singapûr, Sri Lanka û Tayland.
Di pirtûkê de gerên Serokwezîr yên Komarên Tirk yên Asyaya Navîn jî di beşeke din de hatin parvekirin. Azerbaycan (12), KKTC (6), Turkmenistan (4), Kirgizistan (3), Kazakistan (2), Tacikistan (2) Ozbekistan (1).
Serokwezîr Erdogan di barnameyên xwe yên siyasî de welatên li Rojhilata Navîn jî ji bîr nekir û çû 14 welatên li vê herêmê. Di van serdanên Erdogan de him mijarên siyasî û him jî mijarên aborî û yên ku herêmê eleqedar dikin hatin nirxandin. Erdogan 11 caran çû Erebistana Siûdî û Sûriyeyê. 6 caran jî çû Îran û Qatarê, 5 caran çû Mîrektiya Ereban, 4 caran çû Libnanê, 3 caran çû Iraqê û 2 caran jî çû Qûweyt û Urdunê û carekê jî çû Bahreyn, Filistîn, Israîl, Ûmman û Yemenê.
Dema ku meriv li gor herêman li gerên Serokwezîr dinihêre tê dîtin ku 125 caran çûye 35 welatên parzemîna Ewropayê, 47 caran çûye 17 welatên Asyayê, 55 caran çûye 14 welatên Rojhilata Navîn, 24 caran çûye 12 welatên Afrikayê, 30 caran çûye 7 welatên Komarên Tirk û Asyaya Navîn, 22 caran çû 6 welatên li Amerîkayê, 2 caran çû 2 welatên li Awisturalyayê, yanî bi tevahî 305 caran çû 93 welatî.
- Bi saya seyahatên Erdogan hecma bazirganiyê ji sedî 354 pêş ve çû
Di gerên Serokwezîr Erdogan de him serfiraziya Tirkiyeyê li welatên ku ziyaret lê hat kirin re hat parvekirin û him jî bi peyman û hevdîtinan ve hecma bazirganiyê pêş ve çû. Bi saya hevpeymanên ku hatin kirin ve ew îxracata Tirkiyeyê ku 11 sal berê 79 bi qasî milyar dolarî digirt bi saya ziyaretên Erdogan zêde bû û niha jî ji 358 milyar dolarî zêdetir e. Bi saya xebatên dîplomatîk ve hejmara welatên ku mûafiyeta wîzeyê dan welatiyên Tirkiyeyê jî bû 69.
Li ser bergê pişt pirtûkê wiha hat nivîsandin:
"Ev pirtûk çîrokeka rê ye. Kurtenivîsa hewl û xebatên pêşengekî ye ku ji bo welatê xwe dide. Seyahatnameya nûjen a Serokwezîr e ku diçe kê derê li wê derê alaya bi hîv û stêrkê li ba dike. Di vê rê de bi sed hezaran hevdîtin, peyman, konferans, vekirin, panel û civînên navneteweyî...
Ji bilî hevdîtinên fermî şewqvedanên ji Tirkiyeyê re û ji aliyekî de jî peyamên ku li çar aliyê dinyayê hatine dayîn. Di vê pirtûkê de ew tiştên ku di nav 11 salan de hatin kirin tê nîşandan. Hemû ziyaretên derveyê welêt ku Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan kiriye bi wêne û nivîsan hatine parvekirin.
Di pirtûkê de ew rêwîtiyên ku di navbera adara 2003an û adara 2014an de hatine kirin cih digrin. Rêwîtî hê jî neqediyaye û dewam dike.