MALATYA
Serokomar Erdogan Recep Tayyîp Erdogan: "Min berê jî gotibû, bi malbatî gef li me tê xwarin. Li dijî min, malbata min û niha jî li dijî keça min gef hene. Bi veşartî gefan dixwin. Heger tu mêr î, derkeve meydanê. Ji ber ku endamê rêxistinê ye navê kod diemilîne. Derkeve meydanê û çi dibêjî bibêje."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi nûnerên saziyên civakî yên sivîl ra di taştê da ya ku Walîtiya Meletyeyê da, hat bal hev.
- "Bi salan li ser navê cimaetê gelê me şêlandin"
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da destnîşan kir ku bûyerên Geziyê û hewldana derbeyê ya di 17 û 25ê kanûnê da têkildar in û wiha got: "Li pişt hewldana derbeyê ya di 17 û 25ê kanûnê da tiliya 'tevgera xizmetê' heye. Ev rêxistin gel diemilîne. Ev rêxistin ji Pensilvanyayê tê îdarekirin û êdî navê wê wek 'rêxistina paralel' hat qeydkirin. Bi salan li ser navê cimaetê gelê me şêlandin."
- "PKK jî ket nav hewldanên wiha, lê wekî rêxistina paralel nekir"
Serokomar Erdogan bal kişand ser "rêxistina paralel" û wiha dewam kir: "Bi pereyê ku li ser navê alîkariyê berhev kirin, ticaretê dikin. Bi bankeya ku ava kirin, bêûsûlî kirin û ji bo şirketên xwe wek çavkanî emilandin û pê giliyê Tirkiyeyê li dinyayê dikin. Pere didin xwarin û Tirkiyeyê gilî dikin. Bawer bikin PKKyê tiştekî wiha nekiriye. Helwesteke wiha nîşan nedaye. PKKyê çek emiland û ji bo tiştên wiha hewl da, lê wekî rêxistina paralel nekir. Tiştekî wiha dibe? Bêexlaqî û gendeliya heqîqî ev e. Mixabin vê rêxistinê li welatê me zirareke mezin da rêxistinên civakî yên sivîl, cimaet û xêrxwazan."
- "Tu mêr î, derkeve meydanê"
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da wiha got: "Min berê jî gotibû, bi malbatî gef li me tê xwarin. Li dijî min, malbata min û niha jî li dijî keça min gef hene. Bi veşartî gefan dixwin. Heger tu mêr î, derkeve meydanê. Ji ber ku endamê rêxistinê ye navê kod diemilîne. Derkeve meydanê û çi dibêjî bibêje."