15 Nîsan 2016•Rojanekirin: 16 Nîsan 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Me Zîrweya Senbolê ji bo edalet û aştiyê bi naveroka yekîtî û piştevaniyê li dar xist. Heke yekîtî û piştevanî tunebe edalet û aştî înşa nabe. Nêrîna me ya yekîtiyê divê em li ser wehdeta ku ji kesretê tê ava bikin. Heke em bi cudatiyên xwe va bi ser nekevin û nebin yek, em wek misilmanan nikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin."
Ji axaftina Serokomar Erdogan sernavên ku derketin pêş:
"Em ji aliyê mezhebgiriyê da ne ji dînê şiî ne jî dînê sunî ne, ew tiştekê din e. Bi tenê dînekê me heye; Îslam. Ez misliman im. Dibe ku yên din rêyên din bin em rêzê nîşanî wê didin. Lê belê em tu carî Îslamê naxin mijara nîqaşê. Ji bo li rêyên teze bigerin em tevlî xebatên fitneyê nabin, li wan deran rolan hilnadin ser xwe.
Wek dewletên endamên Teşkîlata Hevkariya Îslamê, bêyî ku ji hev veqetînin di têkoşîna dijî hemû rêxistinên terorê û çeteyên kuştinê ku dînê me diemilînin, me li hev kir. Wek Tirkiye pêşniyaza me ya ku li Stenbolê Navenda Kordînasyon û Hevkariya Polêsan a Teşkîlata Hevkariya Îslamê ava bibe hat pejirandin, em ji ber vê kêfxweş bûn û li ser xêrê be.
Me fikra xwe diyar kir ku dibê Hîva Sor ên li welatê me di bin banekî da bicivin û bibin saziyeke alîkariyê ya çalak. Nika di Teşkîlata Hevkariya Îslamî da 56 welat hene û Hîva Sor a hevkar tune. Li her welatî Hîva Sor an jî bi navekî din sazî hene. Ez dibêjim çima THÎ vana gişka neyne ba hev û bi hev ra nede xebatê û nexe saziyekî. Heke ev bibin saziyeke hevkar ez bawer dikim ku dema ku hewceya welatekê misliman an jî nemisliman hebe ew ê ji nika hêztir alîkariyê bide.
Ji bo ku pêşî li ber Îslamfobî, tundî, tedayî û neyîniyên ku li ciyê ku misilman dereke ne diqewimin bê girtin, divê dewletên Îslamê bi hev ra tevbigerin.
Me ji bo ku Teşkîlata Hevkariya Îslamî ji bo komên xwe û bi rastî bibe teşkîlateke navneteweyî têkoşîn da, em ê têkoşîna xwe bidomînin.
Vê gavê mirovahî bedela terorê dide. Va ye em li welatê xwe nêzî 35 salan e bi terorê ra têkoşînê didin. Hejmara mirovên ku mirin li holê ye, bedela maddî li holê ye, lê vê çi kir? Di nav xwe da rêxistinên terorê yên nû derxistin. Yek ji rêxistina terorê ya ku ji nav PKKê derket PYD ye, ya din YPG ye. Binêrin vêga Rûsya daxuyaniyê dide, dibêje 'Erê em çekan didin PYDê'. Ev rastî li holê ne û li Moskovayê ji xwe ra ofîsê dide vekirin. Kê li cem rêxistinên terorê ne, êdî nayên veşartin, ev eşkere li holê ye.
Heta zulm hebe, kesên ku bi edaletê bawer dikin, dixwazin edaletê tesîs bikin û ji bo vê dixebitin jî wê hebin, bila ji bo vê endîşeya we tunebe. Bi Zîrweya Stenbolê va ez bawer dikim ku me ne tenê ji misilmanan ra, ji hemû dinyayê ra peyama tesîskirina edalet û aştiyê şand.
Em çima meseleyên misilmanan hewaleyî kesên ku misilman nînin dikin? Divê misilman meseleyên xwe çareser bikin. Divê Teşkilata Hevkariya Îslamê çareser bike. Ez bi eşkereyî dibêjim, dibe ku ji ber vê hin kes niheqiyê bikin. Bala xwe bidin ser tiştên ku li dewletên Îslamê diqewimin. Dewleteke ku ber bi yekîtî, aştî, hevkarî û encamekê va diçe tuneye. Çi tê kirin hûn dizanin? Li ku neft û dewlemendî hebe, diçin serê. Ji sedî 80ê nefta li Iraqê kesên ku midaxeleyî Iraqê kirin di nav xwe da parve dikin. Ji sedî 20 ji gelê Iraqê ra maye. Gelê Iraqê nikare yê ku maye jî di nav xwe da parve bike."