16 Nîsan 2016•Rojanekirin: 17 Nîsan 2016
ANKARA
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokwezîriyê hatin hildan, di hevdîtina Serokwezîr Ahmet Davutoglu û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî da ku 2 saet ajot di serî da Zîrweya Teşkîlata Hevkariya Îslamê û gelek mijar hatin rojevê.
Ji terefê Îranê jî hat destnîşankirin ku serdana Serokwezîr Davutoglu ya li Îranê ji bo xurtkirina têkilî û hevkariya herdu dewletan gelek girîng e û ji bo mazûvaniya Davutoglu kêfxweşiya Îranê hat diyarkirin.
Hat destnîşankirin ku hevdîtin erênî derbas bû û rakirina sepandinên li ser Îranê û pêşxistina têkiliyên aboriyê hatin rojevê.
Hat diyarkirin ku di hevdîtinê da li ser mijarên sektora bankeyan, zêdekirina ticaretê û kapasîteya deriyên gumrikê û hevkariyê lihevkirin çêbû.
Di hevdîtinê da di serî da Sûriye û Iraq mijarên herêmî hatin axaftin û hat destnîşankirin ku ji bo çareserkirina qeyrana li Sûriyeyê û pêşîlêgirtina drama însanî hewldan werin zêdekirin.
Hat diyarkirin ku Serokwezîr Davutoglu di hevdîtinê da bibiryariya Tirkiyeyê û têkoşîna wê ya li dijî PKK, PJAK, PYD û DAEŞa rêxistinên terorê da eşkere kir û Serokomarê Îranê Rûhanî jî diyar kir ku DAEŞ û PKK û hemû şaxên wan dijminên hevpar ên Îran û Tirkiyeyê ne.