Türkan Tosun
10 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2018
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî diyar kir ku ew dixwazin hevkariya bi Tirkiyeyê ra ya di mijarên sewqiyata neftê û kontrola sînoran de dewam bike.
Îbadî li Bexdayê di civîna çapemeniyê ya hefteyî de got ew dixwazin bi welatên cînar ra têkiliyên xwe pêşva bibin û wiha axivî: "Em dixwazin hevkariya me ya bi Tirkiyeyê ra ya di bazirganî, kontrola sînoran, bi taybetî sewqiyata neftê ya ji Kerkûk û Mûsilê de dewam bike. Çêkirina xeta boriyê ya neftê dikişîne bendergeha Ceyhanê jî wê di demeke nêz de temam bibe.
"Herêma Kurdistan ji bo ku van şerten bi cih bîne ne amade ye"
Der barê têkiliyên di navbera Bexda û Hewlêrê de Îbadî wiha got: "Em dibêjin divê pêşmerge vekişin sînorên beriya 2003an. Ji bo dayîna mehaneya karmendan, teslîmkirina gumrik, balafirgeh û kontrola deriyên sînorî şert e. Em di van mijaran de israra xwe didomînin. Lê ew (Herêm) hê ne amade ne ku van şerten bi cih bînin."
Îbadî got ewê mehaneya karmendan bi rêbazeke teybet bidin û wiha dewam kir: "Em naxwazin mehane bikevin destê partiyên siyasî, em dixwazin bigihîje destê welatiyan. Herêma Kurdistanê di 2017an de bi 7,5 milyar dolarî îxracata neftê kir. Pereyên ku ji neftê û deriyên sînorî ên gumrikê ketin destên wan bila eşkere bikin."
Li ser pirsa cezakirina rayedarên dewletê yên ku gendelî kirine Îbadî wiha got: "Têkoşîna me ya di vê mijarê de dewam dike. Hin rayedar bi biryara dadgehê va hatin girtin. Lîsteyeke nû jî heye. Fetih nêzîk e."
Li ser îdiaya di hilbijartinên 12ê gulanê de Partiya Dozê û Koalîsyona Dewleta Qanûnê ya ku Îbadî jî endam e û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya ku Serokê wê Mesûd Barzanî ye wê îtifaqê bikin Îbadî wiha axivî: "Ne têkiliyên şexsê min û ne jî yên partiya min bi KDPê qut bûne. Bi hemû partiyên siyasî re têkilî girîng e. Şexsîkirina şaşîtiyan an jî kirina malê partiyekê şaş e."