Ekip
10 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2018
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu li ser garantoriya li Sûriyeyê û êrişên li ser muxalifan got: "Divê Îran û Rûsya berpirsiyariya xwe bi cî bînin."
Çavuşoglu mêvanê Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA) ye û pirsên li ser rojevê dibersivîne û daxuyaniyan dide.
Daxuyaniyên Wezîr Çavuşoglu li ser malpera înternetê ya AAyê "www.aa.com.tr"yê û li ser hesabê Twîtterê yê "@anadoluajansi"yê demildest tên weşandin.
Çavuşoglu wiha got: "Divê Îran û Rûsya (garantoriya li Sûriyeyê) berpirsiyariya xwe bi cî bînin.
Herwiha Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu der barê civîna li Soçiyê da wiha got: "Me got em li devera ku YPG hebe cî nagirin."
Çavuşoglu: "(Peywendiyên Hewlêr-Bexdayê) Talebên navbeynkariyê hene. Emê di 21ê rêbendanê da biçin Bexdayê. Ligel mijarên dualî emê vê yekê jî gotûbêj bikin."
Çavuşoglu: "(Îdiayên der heqê giravên Egeyê de) Di serdema desthilatdariya AK Partiyê de û piştî krîza Kardakê tu giravek nedane Yewnanistanê."
Çavuşoglu: (Endamtiya Yekîtiya Ewropa) Em naxwazin 50 salên din bisekinin. Êdî sebra me jî û ya miletê me jî nema."