ÎSTANBUL
Li ber deriyê Lîseya Galatasarayê ji bo piştgirî dayîna rojnamevanên di doza KCKê de tên darizandin daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn û Alîkara Serokê Giştî yê BDPê Gulten Kişanak jî beşdarî çalakiyê bû. Kişanakê diyar kir ku heta çapemenî azad nebe, li welêt tu kes azad nabe û got dîroka têkoşîna ji bo çapemeniya azad, di heman demê de dîroka têkoşîna ji bo demokrasî û hiqûqê ye jî.
Kişanakê girtina rojnamevanan rexne kir û wiha dewam kir: "Birêvebiriya ku ji rastiyan ditirse û ji ber vê jî rojnamevanan digre, birêveberiyeke zordar û qêrîjî ye."
Di daxuyaniya ku li ser navê Sendîkaya Rojnamevanan ya Tirkiyê û rojnameya Ozgur Gundemê hat dayîn de hat diyar kirin ku di girtîgehan de 64 rojnamevan hene û hat xwestin ku ev rojnamevan demildest bên berdan.
Parlementerên BDPê Pervîn Buldan, Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurtçu jî beşdarî çalakiyê bûn.