Parlementerê HDPyê yê Diyarbekirê Altan Tan destnîşan kir ku weşandina karîkaturên ku Hz. Mihemed tê da hatine teswîrkirin "di çarçoveya azadiya îfadeyê û çapemeniyê da nayên nirxandin."
Tan li Meclisê civîna çapemeniyê çêkir û "Pakêta Ewlehiyê ya Navxweyî" ku li Komisyona Navxweyî ya Meclisê tê axaftin rexne kir.
Tan diyar kir ku pêşniyazên me yên ji bo pakêtê ji ber ku endamên AK Partiyê zehf in hatin redkirin û wiha got: "Divê Tirkiye zêdetir demokratîze bibe. Divê Zagona Têkoşîna Dijî Terorê were rakirin. Heger rewş wiha be, hewce nîne ku zagonên heyî werin berfirehkirin. Ji bo rûpêçan û keviravêtinê ceza ji 4 salan dest pê dike, ev ne mentiqî ye. Niha dema çek li ser merivan were qefaltin ceza salek e. Lê bi guherandinên dawîn cezayê keviravêtinê ji 4 salan dest pê dike."
Tan destnîşan kir ku em cardin hişyariyê didin hikûmetê û wiha got: "Heger bêjin me biryar da wê bibe, hejmara me zehf e, em çawa dikin em ê bikin, nabe."
Tan li ser pirsa der heqê kovara "Charlie Hebdo"yê da ku li Fransayê derdikeve destnîşan kir weşandina karîkaturên ku Hz. Mihemed tê da hatine teswîrkirin "di çarçoveya azadiya îfadeyê û çapemeniyê da nayên nirxandin."
Tan diyar kir ku ji kîjan dînî dibe bira bibe, karîkaturîzekirin û heqareta li dijî nirxên dînan nayê qebûlkirin û wiha got: "Mesela dibe ku hin kes ji Ataturk hez nekin, fikr û tiştên ku kirine qebûl nekin, lê meriv nikare heqaretê bike. Lewra ev kesên ku jê hez dikin û bawer dikin aciz dike û ev azadiya fikr û ramanan nîne. Em vê dibêjin û eşkere dibêjin."
Tan diyar kir ku li alema Îslamê 1400 sal in nîşandana sûretê Hz. Mihemed qedexe ye û ez jî di heman fikrê da me û wiha dewam kir: "Ji bo ku sosyetîk be, Tan got ku mafê kesî tuneye ku heqaretê li nirxên cihû, xiristiyan, misilman û baweriyên din bike."