ÎSTANBUL
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di civîna "Kongre û Fuara Perakende ya Pasîfîk a Asyayê" de axivî û diyar kir ji bo ku bazirganî dewam bike, ji demên berê heta niha şert û mercên ku nehatine guhertîn û dê neyên guherîn hene.
Erdogan diyar kir ku şerta ewil edelat e û wiha got: "Divê welat dadmend bin û ev edalet gerdunî bibe. Ya duduyan jî divê rê vekirîbin. Divê li ser rêyan rêbir, diz, eşkiya û qaçax tunebin. Ya sêyem jî him herêmî him jî ji hêla gerdunî ve divê aramî, ewlehî û îstîkrar hebe. Heke ku em bixwazin bazirganiyê û pêşveçûna kurewî bikin, divê em tekoşînê bidin ku ev şert ji holê ranebe. Yanî dema ku em markayên xwe dikin kurewî, divê em aştî û demokrasiyê, ya herî girîng jî wîcdanê bikin gerdunî."
Erdogan diyar kir ku şer û pevçûn rê li ber bazirganiyê digrin. Erdogan destnîşan kir ku Tirkiye ji hêla aramî, îstîkrar, pêşveçûn û demokrasiyê ve li herêmê welatekî taybet e û wiha got: "Em pirsgirêkên li welêt bi demokrasî û hiquqê ve yek bi yek çareser dikin. Di pirsgirêkên herêmê de em piştgiriyê didin aştî, aramî û îstîkrarê, bi taybetî jî daxwazên gel yên ku digîhîje revebiriyê. Yanî em piştgiriyê didin demokrasiyê, îradeya gel."