06 Adar 2018•Rojanekirin: 06 Adar 2018
ANKARA
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir terorîstên li Cindêresê ji beja û esman va hatine asêkirin û wiha got: "Wê di demeke nêzik da Cindêres jî bê paqijkirin û atengiyeke herî mezin ya li ber dorpêçkirina Efrînê ji holê rabe. Peyra dor tê ser dorpêçkirina navenda Efrînê û pelçiqandina serê terorîstên ku li wir bi cî bûne. Ez bawer dikim ku wê ji vir pê da operasyon bi lezginî bimeşe."
Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya partiya xwe da der barê operasyona li ser Efrînê da axivî.
Serokomar Erdogan ji ber Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku ev 46 rojin dewam dike bo hemû hêzên ewlehiyê yên tê a cih digirin serfirazî xwest.
Di axaftina xwe da Serokomar Erdogan got ku heta niha qadeke bi qasî 700 kîlometre çargoşe hat kontrolkirin û 2 hezar û 872 terorîst jî hatin berterefkirin.
Erdogan got ku di operasyonê da heta niha 41 esker û ji Artêşa Azad a Sûriyeyê jî 159 kes şehîd ketin.
Di berdewamiya axaftina xwe da Serokomar Erdogan got ku bi saya Operasyona Çiqlê Zeytûnê va tu têkîliya rêxistina terorî bi sînor ra nema û wiha pê da çû: "Raco û Şêx Hedîda ku rêxistinê cebilxane tije kiribû û li wan deran li ber xwe dida piştî şerê giran ji terorîstan hat paqijkirin. Rûdanên di van rojên dawîn da diqewimin him ji bo kontrolakirina herêmê û him jî ji bo qebîliyeta tevgera rêxistinê xwedî roleke girîng e û divê derdora Bendava Meydanliyê bê kontrolkirin. Hewla ji bo Cindêresê tê dayîn jî her ku diçe zêde dibe lewra terorîstên li wê derê him ji hewayê û him jî ji bejayê va tên heşirandin. Di demeke pir nêz da wê evder jî bê paqijkirin. Ji bo dorpêşkirina navenda bajarê Efrînê wê ji astengiyan yeka din jî bi vî awayî ji holê bê rakirin."