Fatih Gazioğlu
06 Adar 2018•Rojanekirin: 06 Adar 2018
ANKARA
Cîgirserokê Koma CHPê Ozgur Ozel, Arîkarên Serokê Giştî yên Partiyê Muharrem Erkek, Lale Karabiyik û Mehmet Bekarogluyê Parlamenterê Stenbolê HDP ziyaret kirin.
Ozel piştî ziyaretê daxuyaniyek da û got ku wan bi HDPê re der barê îtifaq û verastkirinên hilbijartinan yên ku ji aliyê AK Partî û MHPê tên amadekirin de axîvîne. Ozel wiha got:
"Em îtîraza hemû bêedaletiyên hilbijartinê dikin. Divê neheqiya der barê propagandaya hilbijartinan ya ku bi KHKa hatibû ji holê rabe. Niha em dikarin bibêjin hemû tesbît û rexneyên me hevkar in. Li vê derê jî bona me tişta herî giring ew e ku di şer û mercên OHALê de divê tu hilbijartin neyên kirin."
Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen jî got ku ew bi ziyareta CHPê kêfxweş bûne û wiha dewam kir:
"Madeya 27emîn heye ku nehatiye nivîsandin bi tenê. Ew jî dibêje yên ku beşdarî koalîsyona AKP-MHPê nebin wê wekî neyar bên dîtin. Ev jî wê hilbijartinê ji hilbijartinê derdixe, maneyeke din lê bar dike. Ev ê li welêt bi tenê dijminatiyê, rageşiyê zêde bike. Ji ber vê divê mixalefet bizane ku ev ji bilî hilbijartinê, xwedîderketina hemû welêt e."