Di rapora Komîsyona Çareseriyê ya Meclîsê de tespîtên girîng hene. Li gor raporê ji bo ku pêşî li pevçûnan bê girtin, meşrûîbûn û asayîbûn pêk were, divê hêz û serokên wan ên ku ji aliyê dewletê ve wek "terorîst" hatine binavkirin, bikêşin nav pêvajoyê û ev yek dê piştgiriyeke mezin bide avakirina aştiyê.
Rapora Komîsyona Çareseriyê ya Meclîsê ji 450 rûpelan pêk tê û ji bo avakirina aştiyê di raporê de tespîtên girîng hene.
Di raporê de hat destnîşankirin ku ji bo aştiyê divê hemû alî hevdîtinên binecih bikin, serî fikr û ramanên hev bidin û baş guhdariya fikr û raman û daxwazên hev bikin.
Di raporê de wiha hat dewam kirin: "Piştî ku carekê alî rûniştin ser maseyê divê êdî her kes gelek xesas be. Lewra heke carekê mase bê terikandin, ji nû ve veger û destpêkirina lihevrûniştinan pir zor e. Ji ber vê, çi dibe bila bibe lê divê teqez hevdîtin û muzakere bidomin."
Di raporê de hat diyarkirin ku ji bo aştiyê berpirsiyarî, ked û hewla rêberên aliyan pir girîng e û heta ku rêber ji dil û can nebin, tu caran aştî pêknayê. Yanî berpirsiyariya mezin li ser milên rêberan e. Ji bo vê jî, ji bo ku pêşî li pevçûnan bê girtin, meşrûîbûn û asayîbûn pêk were, divê hêz û serokên wan ên ku ji aliyê dewletê ve wek "terorîst" hatine binavkirin, bikêşin nav pêvajoyê û ev yek dê piştgiriyeke mezin bide avakirina aştiyê.
Di raporê de hat îfadekirin ku divê hemû alî tevlî pêvajoyê bên kirin û hat destnîşankirin ku aliyê li derve bimîne dê pêvajoyê xira bike.
Di raporê de qala berjewendiyên kesên şerxwaz jî hat kirin û wiha hat gotin: "Dibe ku hin alî muxatabên pêvajoyê nebin lê ji ber ku bi avakirina aştiyê hin berjewendiyên wan dê zirarê bibine, dê hewl bidin ku zirarê bidin pêvajoyê. Bi taybetî helwesta hêzên herêmî, kesên bazirganiya çekan dikin, şîrketên pirnetew, dîasporaya etnîkî û dewletên reqîb pir girîng e û divê dema gav tên avêtin, li ser helwesta van jî bê fikirîn. Aştiya ku hêzên herêmî û dewletên cînar destekê nedinê, pir zor e ku mayînde bibe."