23 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2015
MOSKOWA
Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattin Demîrtaş destnîşan kir ku di hevdîtina digel Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov da, anî ziman ku divê qeyrana di navbera Tirkiye û Rûsyayê da bi diyalogê çareser bibe û weke HDPê ji bo rêxweşkirina kanalên diyalogê çi ketiye ser milên wan kirine.
Demîrtaş li semta Têkstilşkî ya Moskowayê beşdarî merasîma vekirinê ya Komeleya Karsazên Kurd bû û li wê derê di derbarê serdana xwe ya Rûsyayê û hevdîtina digel Lavrov axivî.
Demîrtaş daxuyand ku hem di nava Tirkiyeyê da û hem jî ji bo têkiliyên navneteweyî, rexneyên HDPyê hene û got, "Em tiştekî rast nabînin ku ji ber xetaya hikûmetê, raste rast civak jê bê berpirsyargirtin. Li vê derê, li ser van mijaran, digel hevalan, me nîqaş kir bê ka em karin çi bikin. Herwiha di hevdîtina digel Lavrov da jî me ev tişt anî ziman. Me îfade kir ku qeyranek di holê da ye û ev pirs encax bi dayalogê, bi têkiliyên dîplomasî, di nava Tirkiye û Rûsyayê da bê çareserkirin."
Demîrtaş destnîşan jî kir ku ew tu car qebûl nakin rexneyên heqaretwarî li partiyên wan bê kirin û wateyên ne baş ji vê serdanê bê derxistin û got, "Em di parlementoyê da grûba sêyema herî mezin in. Polîtîkaya partiya me diyar dike bê ka emê bi kê ra çi gotûbêj bikin û çi bikin. Ev jî eşkere û şefaf e. Em bi kê ra hevdîtinan bikin, em bi eşkere û vekirî fikrên xwe parve dikin. HDPyê tu carî di pişt perdeyan da karên veşartî nekiriye. Fikrên me û ew tiştê ku em li pêşberî raya giştî dibêjin, pêşniyazên me yên ku bi polîtîkaya partiya me ve diguncin, her çi be, li Amerîkayê jî li Rûsya û Ewropayê û li Enqereyê jî em heman tiştan dibêjin. Tiştekî me tune ye ku bi hev ra nakok û dijber be. Di derbarê xistina firokeya Rûsyayê jî, me roja pêşî çi gotibe li vê derê jî me ew tişt got."
Hevserokê Giştî yê HDPê Demîrtaş herwiha got, "Divê qeyrana navbera Tirkiye û Rûsyayê, bi diyalogê çareser bibe û weke HDPyê ji bo rêxweşkirina kanalên diyalogê çi ketiye ser milên me, me kiriye. Giring ew e ku gel neyê mexdûrkirin."
Demîrtaş bal kişand ser wê yekê ku serdana wî ne di derbarê "çareseriya pirsa kurdî" da bû û got, "Hewl û hêviyeke me yî wisa tune ye. Bêhtir siyaseta HDP ya di derbarê demokratîzekirina Tirkiyeyê bala cîhanê dikişîne."