23 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2015
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu di civîna Meclisa Xebatê ya ku Wezareta Civak û Xebatê li dar xist de axivî û got ku hikûmeta hêzdar di xizmeta gel de ye.
Davutoglu got ku ew kesên ku dixwazin Tirkiyeyê rawestînin dê tu carî bi ser nekevin û wiha axivî:
"Ew kesên dixwazin ku hêza me bişkînin, tesîreke neyinî li ser xireta me ya ji bo xebatê bikin di nav hewldaneke bêkêr de ne. Dê tu carî negihijin wan daxwazên xwe. Ew kesên dixwazin ku Tirkiyeyê bidin rawestandin dê tu carî bi ser nekevin. Ew kesên ku li ber serkeftina me ya civakî hendekan dikolin, bergiriyan datînin dê bixwe bikevin nav wan hendek û bergiriyan. Ew kesên dixwazin ku siyasetê, pergala demokratîk jehrî bikin dê tu carî negihêjin van armancên xwe. Em dê wek 78 milyon hev himbêz bikin."
- "Hêvî dê li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê wekî rojeke ku dibiriqe dê bilind bibe"
Davutoglu destnîşan kir ku pirsgirêkên arizî dê teqez li paş bimînin û wiha axivî:
"Em dizanin ku terorîstên wiha, maceraperestên wiha zêde deng derdixînin lê nikarin girseyan jehrî bikin. Bila her kes jêbawer be, wek nûnerên biqîmet ên alema me ya xebatê hûn jî jêbawer bin ku ev pirsgirêkên arizî teqez dê paş ve bimînin, ev atmosfera bi mij û moran dê belav be. Hêvî wekî ku li hemû welêt heye dê li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê jî wekî rojeke ku dibiriqe bilind bibe, ked û hilberîn dê paş ve bê, dê xwîdana eniyan paş ve bê. Wijdan û eql dê bibe serdest."
- "Qurbaniya herî mezin a terorê gelê herêmê ye"
Davutoglu bal kişand ku rêxistina terorê bi çalakiyên xwe yên xwînî mirovan mecbûrê koçkirinê dike û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Teror hemû Tirkiyê ji xwe ra dike hedef, îstiqrara me, yekîtiya me, aramiya me dike amanc lê belê qurbanê herî mezin yê terorê, her wekî ku em dibînin, dîsan gelê herêmê ye. Rêxistina terorê, herçend ku xwe weke parêzvanê mafê gelê herêmê dibîne, bi lidarxistina çalakiyên xwînî û bi zulmê, gelê herêmê neçarî koçê dike, wan ji cih û warên derdixe. Yên ku dimînin jî dikuje, tehdît dike, ji ber ku gelê herêmê fedakar e, girêdayiyê vî welatî ye qet piştgiriya terorê nake, xwe radestî tevliheviyan, teşqeleyan nake."