ANKARA (AA) - Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Qesra Serokomariyê Serokê Giştî yê TESKê Bendevî Palandoken û heyeta bi wî re qebûl kir.
Erdogan li wir axivî û wiha got: "Ji bo ku li vî welatî yên ku dixwazin bibin şefê neteweyî car din dernekevin em sîstema serokatiyê dixwazin. Ji bo ku li vî welatî yên ku ji wesayetê hêza xwe hildidin û guh nadin îradeya gel nebin desthilat em sîstema serokatiyê dixwazin. Li vî welatî ji bo ku tu kes nefikire bibe efendiyê gel, wek murebbiyan tiliya xwe li ser wan bihejîne û bixwaze ku wan terbiye bike tevnegere em sîstema serokatiyê teklîf dikin."
- "Hewcedariya Tirkiyeyê bi guherînê heye"
Erdogan got ku hewcedariya Tirkiyeyê guherînê heye û wiha axivî: "Di niqaşa zagonê de jî, di niqaşa sîstema serokatiyê de jî şerteke me an jî inyada me tune. Bi ya me hewcedariya Tirkiyeyê bi vê guherînê heye. Em dixwazin her kes fikrê xwe biazadî bibêje. Ev hemû wê bên axaftin, niqaşkirin û di dawiyê de gelê me wê biryarê bide."
Serokomar Erdogan got ku hin qunciknivîs, bêjerên televizyonan der barê wî de rexneyan dikin û dixwazin cudahiyê bikin navbera wî û Serokwezîr. Erdogan wiha axivî: "Mafê min heye ku ez nefsî mudafa bikim. Yên ku êrîşî min dikin, heqaretê li min dikin re di nav rewşa hiqûqê de mafê min heye ku ez xwe biparêzim."
Erdogan der barê pîlotê urdunî Muaz el Kesasîbe yê ku ji hêla rêxistina terorê DÎŞIyê ve hat şewitandin û kuştin de jî got ku ew vê bûyerê şermezar dike.