KARS (AA) - Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Qersê bi Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev û Serokomarê Gurcîstanê Gîorgî Margvelaşvîlî re beşdarî merasima hîmavêtina Projeya Xeta Boriya Xaza Sirûştî ya Trans Anadoluyê (TANAP) bû û li wir axivî.
Erdogan got ku ev proje ne alternatîfê tu projeyekî ye û li hember vê projeyê jî projeyeke alternatîf tune û wiha axivî: "Armanca me ew e ku em Tirkiyeyê di herêmê de bikin navendeke vejen belavkirinê. Ji xwe Ceyhan di dinyayê de ji yek wan nevandên neftbelavkirinê yên girîng e. Heke Iraq û Sûriyeyê rewş normal bibe, rewşa Ceyhanê wê xurttir bibe û kapasîteya wî bêtir zêde bibe."
Serokomar Erdogan got ku projeyên xazA sirûştî û neftê yên din jî dewam dikin û wiha axivî: "TANAP di nav hemû van projeyan de bi hedef û rêgehên xwe ve xwedî girîngiyeke taybet e. Ev proje ne alternatîfê tu projeyekî ye û li hember vê projeyê jî projeyeke alternatîf tune. Dema ku ev proje qediya di navbera Ewropa û herêma Hazarê de şaxeke bixurt wê çêbibe. Ji Azerbaycan, Gurcîstan û Tirkiyeyê zêdetir hewcedariya hemû Ewropayê vê projeyê heye."
Erdogan got ku ji bilî aboriyê ev proje wê li ser aştî û aramiyê jî wê bandoreke erênî bike û wiha dewam kir "Dirêjahiya TANAPê hezar û 850 kîlomêtro ye û 10 milyar dolar wê ji bo çêkirina wê bê xwerckirin. Ji ber vê jî projeyeke girîng e. Kapasîteya projêyê ewil wê bibe16 milyar mêtrokup, pişt re wê bibe 22 milyar mêtrokup û dû re jî wê bibe 31 milyar mêtrokup. Armanca me ew e ku di sala 2018an de xaz biherike."
Erdogan bajarên Erdexan, Qers, Erzirom, Ezirngan, Bayburt, Gumuşhane, Gîresun, Sêwas, Yozgat, Kirşehir, Kirikkale, Enqere, Eskîşehir, Bîlecik, Kutahya, Bursa, Balikesîr, Çanakkale, Tekîrdag û Edirne yên ku xeta TANAPê wê derbas bibe pîroz kir û got li ser xêrê be.
Serokomar Erdogan got ku xeta TANAPê ji rojhilatê bigre heta rojavayê wê ji 20 bajaran, 67 naveçyan, 600 gundan derbas bibe û ew hêvî dike ku ev xeta ku dirêjahiya wê 1850 kîlomêtro ye bi lez xilas bibe.
Erdogan ji bo ku beşdarî merasimê bûn spasiya Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev û Serokomarê Gurcîstanê Gîorgî Margvelaşvîlî kir.