ÇANAKKALE
Serokwezîr Ahmet Davutoglu di Bernameya Bîranîna Cangoriyên Çanakkaleyê de axivî û got: "Heta ku em hebin wê zalim li dinyayê nikaribin rihet bikevin xewê."
Davutoglu beşdarî Bernameya Bîranîna Cangoriyên Çanakkaleyê ya ku li Stada 18 Martê hat lidarxistin bû. Serokwezîr di axaftina xwe de diyar kir ku ew ê li mîrateya cangoriyan xwedî derbikevin û wiha pê de çû: "Em li hizûra cangoriyan cardin soz didin; em ê xwedî li mîrateya yekîtî û biratiyê derkevin. Îro li Diyarbekir, Îzmir, Hekarî, Edîrne, Rîze û Muglayê neviyên cangoriyan ligel hev dijîn û dimeşin. Wê xwedî li mîrate û xatireya wan derkevin û rê nedin. Kurd, tirk, elewî û sunî neviyên yên ku li Çanakkaleyê digel hev şer kirin, wê wek welatiyên wekhev ên Dewleta Komara Tirkiyeyê ber bi pêşerojê va bimeşin."
"Ew mîrateya ku we hişt li ser dest û navmilên me ne. Ev dest û navmil bi qasî navmilên Seyît Onbaşi saxlem in û wek dilê wî saxlem in. Heta ku rih di me de hebe ev alaya ezîz wê li erdê nekeve û li ser navmilên me be."
"Heta em sax bin wê zalimên li ser rûyê dinyayê nikaribin rihet bikevin xewê. Çawa hebûna we ji bo miletên mezlûm îlham e, heta ku em hebin deriyê me wê ji mezlûmên ku dixwazin xwe bispêrin me re vekirîbe. Çawa ku me ji 2 milyonî zêdetir xwîşk û birayên xwe yên Sûriyeyê kir mêvan, boşnakên ku di şerê Bosnayê de hatin, kosovayiyên ku di şerê Kosovayê de hatin xwîşk û birayên me yên ku ji Helepçeyê hatin me ezimand û axa Anadoluyê jî wê her tim ji bo mezlûman bibe diyarê merhemetê."