25 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2017
ANKARA
Numan Kurtulmuşê Alîkarê Serokwezîr di TRT Haberê da beşdarî bernameya "Anadolu Dipirse" bû û pirsên der heqê rojevê da bersivand.
Kurtulmuş li ser pirsa "Rexne hene, dibêjin hin parlementerên HDPyê girtî ne û ev demokratîk nîne, hûn der barê vê mijarê ra çi dibêjin" wiha xeberda: "Hin endam û parlementerên HDPyê li cem rêxistina terorê ne, tevlî cinazeyên wan dibin û diçin serxweşiyê. Dibêjin 'Me pişta xwe daye çiyê,' 'PKK Tirkiyeyê di tûka xwe da difetisîne.' Bi van gotinan li Tirkiyeyê li cem xelkê Rojhilat û Başûrê Rojhilatê cî nagirin, li cem rêxistina terorê cî digirin. Loma jî divê bedeleke vê hebe. Der barê kesên sûcê şexsî kirine da dosye hatine amadekirin. Parêzbendiya van dosyeyan hatin rakirin. Parêzbendiya parlementerên partiyên din jî hatin rakirin. Pêvajoyeke hiqûqî dest pê kiriye. Heqê me ye em ji hin aktorên siyasî yên HDPyê ra bibêjin cudahiyê bikin nav xwe û terorê. Ji bin siya rêxistina terorê û çiyê derkevin, heqê birayên xwe yên kurd ên ji Hekarî, Diyarbekir, Bîngol û Bitlîsê biparêzin. Heger vê bikin wê feydeyê bidin Tirkiyeyê."