25 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2017
ANKARA
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim got: "Welatî ji bo guherînê hewl dide, guherînê dixwaze. Em nikarin li ber xwe bidin. Berevajî vê divê em ji bo guherînê zorê bidin. Ev guherîna zagonê texmînî wê navbera meha nîsanê, heta 20ê mehê di demeke musaîd de wê bê kirin. Wisa zen dikim ku di nav vê hefteyê de demê bê eşkerekirin. Helbet Lijneya Hilbijartina Bilind wê vê biryarê bide."
Serokwezîr Yildirim di Civîna Serokên Bajêr ên Berfirehkirî ya 115mîn a AK Partiyê ya ku li navenda giştî ya partiya wî hat kirin da xeberda û wiha got: "Me bi Iraqê ra xeberda û di serî da Başîqa, Mûsil me mijara têkoşîna dijî PKKyê û rewşa Şengalê nirxand. Piştî van gavan li herêmê bandora Tirkiyeyê zêde bû. Kesên ku salek berê di mijara Sûriyeyê da Tirkiye nedikirin nava hesaban, îro Tirkiye çi dibêje li gorî wê emel dikin. Wa ye ev, hêza welatê me ye. Ev ji hêza dewlet û miletê me, ji qeweta Serokomarê me tê."
Serokwezîr Yildirim destnîşan kir ku di sala 2007an de dema hilbijartina Serokomariyê de partiya muxalefeta sereke berdevktiya wesayetê dikir û wiha got: "Berdevktiya demokrasiyê nekir, ya wesayetê kir û wê rojê hilbijartina Serokomariyê asteng kirin, hewl dan ku bê astengkirin. Çawa asteng kirin? Bi îcadkirina 367an ve. Ev çi ye? Ji 367 parlamenteran 3 paran 2 par parlamenter tunebin, meclis nikare bicive û serokomar nikare bê hilbijartin. Heke wisa be hilbijartina Atatirk jî şaş e. Heke em li gor nêrîna wan lê binêhêrin, Atatirk, Înonu, Celal Bayar, yên din, hilbijartina hemûyan şaş e. Yanê bi hiqûqî şaş e ne wisa? Ev encam derdikeve holê. Lê binêhêrin, kes negihîştiye wê hejmarê."
Serokwezîr Yildirim ji bo îdiayên ku guherîna qanûna bingehîn wê bandora meclisê kêm bike jî got: "Dê heydên ji wir, ji ku kêm dibe? Hevdîtina giştî, pirsnameya nivîskî, lêkolîna meclisê, çêkirina qanûnê û darizandina serokomar heye. Ji wezîran mafê hesabxwestinê heye. Birastî hêza meclisê zêde dibe. Çima? Hinek ji rêvebiriya darazê ya îdarî wê meclis diyar bike. Serokomar û meclis wê eşkere bikin. Serokomar û meclis çi ne? Herdu jî bi îradeya gel hatine hilbijartin. Ji ber ve yekê li darazê jî îradeya gel xwe bi awayekî nîşan dide."
Ji axeberdana Serokwezîr Yildirim hin sernavên ku derketin pêş ev in:
"Ya ku niha tê kirin, temamkirina kêmasiya referandûma 2007an e. Kar, ev e. Qêrîn, qutîn, çi ye 'rejim diguhere, Tirkiye ji dest diçe', ê ku ji dest diçe ew bi xwe ne. Feryad û fîxana wan ne ji bo Tirkiyeyê ye, ji bo siberoja xwe dikin hewar. Tirkiye ber bi ciyekî naçe, li ciyê xwe ye. Tirkiye bi gavên jixwebawer ber bi asta şaristaniya hemdem dimeşe. Fikara wan, siberoj û îqbala wan e. Mafê tu kesî nîne ku ji bo soberoja we, pêşî li Tirkiyeyê bibire.
Rejim diguhere... Me çend caran got birako, 93 sal berê komar hat îlankirin, di 1923yan da nîqaşa rejimê kuta bû, noqte. Dev jê berdin, hûn kê dixapînin? Millet biryara xwe da, padişahî çû, komar hat. Her kes ji nîmetên komarê îstifade dike. Kesê ku dixebite, hewl dide, ser dikeve, ferqa çînî tuneye, mensûbiyeta malbatê tuneye, kêfa millet ji kê ra tê, wî hildibijêre. Dixwaze gundiyekî hilbijêre, dixwaze bajariyekî hilbijêre. Bes bila ji welat û milletê xwe ra xizmetê bike."