22 Sibat 2017•Rojanekirin: 23 Sibat 2017
DIYARBAKIR
Ji bo Parlamenterê HDPyê Altan Tan ji ber 5 sûcên cuda yên endamtiya rêxistina terorî, beşdariya çalakiyên rêxistinê û propagandeya wê 38,5 sal cezayê hepsê tê xwestin.
Piştî rabûna parêzbendiya li ser parlamenterên HDPyê, doz û mehkemeyên der heqê wan de jî didomin.
Doza der heqê Altan Tanê HDPyî de ku 304 rûpel e û ji aliyê Serdozgeriya Diyarbekirê ve hatibû amadekirin li 5emîn Mehkemeya Cezayên Giran hat qebûlkirin.
Di îddianameyê de hat diyarkirin Altan Tan di Kongreya Civaka Demokratîk de li gor îdeolojiya damezrênerên PKKyê hereket kiriye û li çalakiyên çekdarî yên rêxistinê xwedî derketiye.
Herwiha di encama lêkolînan de hat ragihandin ku Tan bi serkirdeyên PKKyê yên wek Sabri Ok, Murat Karayilan, Abdullah Ocalan, Sulbus Peri û li ber parçeyên kevnik yên PKKyê sembolîze dikin foto kişandiye û kiryarên rêxistinê meşrû dêrandiye.