22 Sibat 2017•Rojanekirin: 22 Sibat 2017
DİYARBAKIR
Ji bo Parlamentera HDPyê Meral Daniş Beştaş ji ber 3 sûcên cuda yên endamtiya rêxistina terorî, beşdariya çalakiyên rêxistinê û propagandeya wê 23 sal cezayê hepsê tê xwestin.
Piştî rabûna parêzbendiya li ser parlamenterên HDPyê, doz û mehkemeyên der heqê wan de jî didomin.
Doza her heqê Beştaşa HDPyî de ku 66 rûpel e û ji aliyê Serdozgeriya Diyarbekirê ve hatibû amadekirin li 8emîn Mehkemeya Cezayên Giran hat qebûlkirin.
Di îddianameyê de hat diyarkirin Beştaş piştgiriya rêxistina terorî PKKyê kiriye û propagandeya wê kiriye.
Di îddianameyê de peyama Navenda HDPyê ya wek "Li Kobanê rewş gelekî krîtîk e. Ji bo protestokirina êrişên DEAŞê û ambargoya AKPê em xelkê xwe gazî sikakan dikin û gazî dikin ku piştgiriyê bidin ên li sikakan."