ANKARA
Alîkarê serokwezîr Bulent Arinç der barê telîmata ku Abdullah Gul de Lijneya Raçevkirina Dewletê (LRD) de wiha axivî: "Ez bawer im dê ji bo welat encamên erênî û bi xêr derkevin."
Arinç piştî vekirina "Sempozyûma di 600emîn saliya xwe de Têkiliyên Polonya û Tirkiyeyê de" pirsên rojnamegeran bersivand.
Li ser bibîrxistina telîmata Gul ya ku da LRDyê Arinç got ku li gor destûra bingehîn LRD rasterast bi Serokomariyê ve girêdayî ye.
Ariç wiha axivî: "Heta niha raporên ku LRDyê amade kirin li Tirkiyeyê rojeveke girîng pêk anîbûn. Ez wisa bawer im serokomar der barê sê mijaran de ew wezîfedar kirin. Dema ku ji raya gel re hatin eşkerekirin em ê encamên van raporan hîn bibin. Ez wisa pê bawer im ku dê ji bo welat encamên erênî û bi xêr derkevin."