Li Kayapinara navçeya Diyarbekirê ji ser derbasokeke jorê ve ji bo xatirê Yasîn Boru û hevalên wî pankertek hat daliqandin. Boru û hevalên wî di çalakiyên bêdestûr ên bi hinceta DAEŞê hat lidarxistin de hatibûn kuştin.
Pankarta ku li serê wêneya Yasîn Boru heye di têketina taxa Hizurevlerê de li ser derbasoka jorê hatiye daliqandin û li serê nivîsîne "Ji kujerên Yasîn Boru û hevalên wî re ray tuneye".
Di çalakiyên bêdestûr ên ku bi hinceta DAEŞê 4ê Cejna Qûrbanê li Diyarbekirê hatin lidarxistin de Yasîn Boru (16), Hasan Gokgoz (26), Huseyîn Dakak (19) û Riyat Guneşê ku goştê qûrbanê yê komeleyekê li feqîran belav dikirin rastî êrîşa komekê hatibûn û xwe spartibûn avahiyekê û êrîşkaran ew ji qata sêyemîn a avahiye avêtibûn erdê.
Li ser cesedê her çar ciwanên ku di bûyerê de hatibûn kuştin îşkence hatibû kirin û bi erebeyê ji ser cesedê Yasîn Boru re derbas bûbûn û serê Huseyîn Dakak jî bi keviran pelçiqandibûn. Cesedê xortan ji hêla malbatên wan ve bi zorê hatibûn tespîtkirin û rapora otopsiyê jî îşkenceya ku li ser cesedên ciwanan piştrast kiribû.