29 Mijdar 2015•Rojanekirin: 30 Mijdar 2015
HEWLÊR
Bi beşdarbûna Serokê Şaxa Hewlêrê yê Sendîkaya Parêzeran ya Herêma Kurdistanê (HKI) û hejmarek parêzger, li ber deriyê dadgeha Hewlêrê, der barê kuştina Tahir Elçiyê Serokê Baroya Diyarbekirê daxuyaniyek hat belavkirin.
Serokê Şaxa Hewlêrê yê Sendîkaya Parêzeran ya Herêma Kurdistanê Eyad Kakeyî bi navê sendîkayê daxuyanî xwend û got, "Mixabin di dema ku Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçi, bi mebesta bangawaziya aştiyê di navbera aliyan da û tebahiya bajar, dûrketina ji tundiyê û şer daxuyanî dida hat şehîdkirin."
Kakeyî destnîşan kir ku Elçi kesekî aştîxwaz bû û 25 sal bû karê parêzeriyê û bergiriya mafê mirov dikir û got, "Em weke endamên Sendîkaya Parêzeran ya Herêma Kurdistanê hevxemiya xwe ji vê bûyera nexweş ra tînin ziman û kuştina birêz Elçî şermazer dikin. Herwiha em hêvîdar in ku bi şiklekî lezgîn ev bûyer bê rohnîkirin û qatilên wî bê eşkerekirin û bê cezakirin."
Kakeyî behsa têkiliya Sendîkaya Parêzeran ya Herêma Kurdistanê û Baroya Diyarbekir kir û got, "Ji 5 salan bi vir da têkiliyeke qewîn di navbera Sendîkaya Parêzeran ya Herêma Kurdistanê û parêzerên Diyarbekirê hebû, jixwe têkiliya digel birêz Tahir Elçî di asteke bilind da bû."
Kakeyî hêviyê xwe ji bo berdewamiya aştiya ku Elçî ji bo wê têkoşîn dikir anîn ziman û got, "Em hêvîdar in şehîdkirina Elçi bibe dersek û xwîna wî bibe çavkaniya vegerana bîrmendiyê ji bo hemî aliyan, eşkere ye zimanê şer û kuştinê çareseriyê bi xwe ra nayne."