Kaan Bozdoğan
25 Gulan 2023•Rojanekirin: 26 Gulan 2023
Serokomar Recep Tayyip Erdogan der heqê dengdêrên ku li dervayî welêt ji bo tûra duyem a Hilbijartina Serokomariyê dengê xwe dan, postek şand.
Erdogan di posta li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got:
"Pêvajoya dengdayîna li dervayî welêt a di 20ê Gulanê da dest pê kir îro bi dawî bû. Ez spasiya hemû birayên xwe dikim ku dûrî memleketên xwe bin jî çûn ser sandoqan, îradeya xwe nîşan da û li hemû dinyayê bi serbilindî nûnertiya miletê me dikin."
Erdogan bal kişand, li gumrik û balafirgehan dengdayîn dê heya 28ê Gulanê saet 17.00an bidome û wiha got, "Ez bangî welatiyên me yên hê dengê xwe nedane dikim ku ji vê derfetê sûdê werbigirin."
Serokomar Erdogan diyar kir, di tûra duyem a hilbijartinê da jî beşdariyeke rekor pêk hat û wiha dewam kir, "Digel hewla astengkirinê ya sempatîzanên rêxistina cudaxwaz û dijminên demokrasiyê, hûn xwedî li terciha xwe derketin û we serkeftineke mezin cîbicî anî. We peywira xwe ya hemwelatiyê anî cih, we alaya demokrasiyê dewrî me kir. Xwedê ji we hemûyan razî be. Înşelah miletê me dê di 28ê Gulanê da heqê vî emanetî bide, dê sandoqan adeta bikin wek cihê cejnê."