BERLÎN
Ji bo Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Serdema 27emîn dengdêrên Tirk li Almanya, Awistirya û Fransayê diçin ser sandoqan.
Dengdêrên ku li Almanya, Awistirya û Fransayê dijîn ji îro pê da dikarin biçin navendên dengdayînê yên nêzîk û dengê xwe bidin.
Hin dengdêrên Tirk ên ku serê sibê berê xwe dan navenda hilbijartinê, rayên xwe avêtin.
Li Almanyayê li navendên hilbijartinê yên konsolosxaneyên li Berlîn, Koln, Munih, Hannover, Hamburg, Nurnberg, Karlsruhe, Frankfurt, Essen, Munster, Dusseldorf, Stuttgart û Mainzê, li Awistiryayê jî li konsolosxaneyên li Wiyana, Bregenz û Salzburgê dengdayîn pêk tê.
Herwiha li Fransayê jî li konsolosxaneyên li Bordeaux, Lyon, Marsilya, Nantes, Paris û Strazburgê dengdayînê dest pê kir.
Dengdêr bêyî ku randevû bistînin, wê 7-19ê hezîranê li gorî dema herêmê di navbera saeet 09.00-21.00ê da bikaribin dengê xwe bidin.
Li Almanyayê milyonek û 445 hezar, li Awistiryayê qedera 105 hezarî û li Fransayê jî nêzîkî 330 hezarî dengdêrên qeydkirî hene.
Dengên dervayî welat dê bi balafirên THYê va bişînin Enqereyê. Ev hemû torbeyên dengan li Navenda Kongreyê ATO li salonên ewle heya ku dengdayîna tevahiya Tirkiyeyê kuta bibe dê bên parastin.
- Li 60 welatî û li 123 nûnertiyan sandoq hatin danîn
Di Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Serdema 27emîn da 3 milyon û 49 hezar û 65 dendêrên ku li dervayî welat qeyda wan heye, wê li 60 welatî û li 123 nûnertiyan di navbera 7-19ê hezîranê da biçin ser sandoqan.
Di hilbijartinê da li hin welatan dîrok û maweya dengdayînê wiha ye:
- Almanya, Awistirya, Fransa: 7-19 Hezîran (13 roj)
- Danîmarka: 9-19 Hezîran (11 roj)
- Awistralya: 9-17 Hezîran (9 roj)
- Norwec: 14-19 Hezîran (6 roj)
- Belçîka, Hollanda, Swîsre: 15-19 Hezîran (5 roj)
- Qraltiya Yekbûyî: 16-19 Hezîran (4 roj)
- KKTC, Kanada, Bulgaristan: 16-18 Hezîran (3 roj)
- Çîn, Rûsya, Romanya, Erebistana Siûdî, Yûnanistan, Libnan, ÎsraÎl, Ukrayna: 16-17 Hezîran (2 roj)
- Azerbeycan, Iraq, Îran, Îrlanda, Îspanya, Misir, Malta, Ozbekistan, Sirbistan: 17 Hezîran (rojek)".
Welatiyên ku qeyda wan a dengdayînê li dervayî welat e, wê bikaribin li gumrikan jî dengê xwe bidin. Li gumrikan dengdayînê îro li gorî dema Tirkiyeyê di saet 08.00an da dest pê kir û wê heya 24ê hezîranê saet 17.00an jî dewam bike.
Welatiyên li dervayî welat wê bikaribin li van gumrikên li jêrê dengê xwe bidin:
"Rêbejaya Sarpê, Rêbejaya Kapikuleyê, Rêbejaya Îpsalayê, Rêbejaya Hamzabeyliyê, Rêbejaya Karkamişê, Rêbejaya Cîlvegozuyê, Rêbejaya Oncupinarê, Rêbejaya Çobanbeyê, Rêbejaya Derekoyê, Balafirgeha Şakirpaşa, Balafirgeha Esenboga, Balafirgeha Antalyayê, Balafirgeha Çardakê, Balafirgeha Hasan Polatkan, Balafirgeha Elazigê, Balafirgeha Gazîentabê, Balafirgeha Hatayê, Balafirgeha Suleyman Demirel, Balafirgeha Ataturk, Balafirgeha Sabiha Gokçen, Balafirgeha Adnan Menderes, Balafirgeha Erkîletê, Balafirgeha Konyayê, Balafirgeha Dalamanê, Balafirgeha Bodrum-Mîlasê, Balafirgeha Samsun Çarşambayê, Balafirgeha Trabzonê, Balafirgeha Zonguldak Çaycumayê, Lîmana Kuşadasiyê, Lîmana Ayvalikê, Lîmana Derinceyê, Lîmana Mêrsinê, Lîmana Taşucuyê û Lîmana Samsunê."