09 Adar 2019•Rojanekirin: 10 Adar 2019
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu: "Bira Îmamoglu û Mansur Yavaşê li Enqereyê derkevin û bibêjin 'PKK rêxistineke terorê ya nelet e. Bira Xwedê belaya wan û belaya rayên ku ji wan were bide. Ez ji Sezgîn Tanrikuluyê çûye cinazeyên rêxistina terorê û parlamenterên mîna wî nefret dikim. Dilê min li hev dikeve ku ez bi yên mîna wan ra di bin banê heman partiyê da me.' De haydê bira bibêjin."
Soylu li Beykozê bi komeleyên Behra Reş ra di bernameyekê da hat bal hev û axivî.
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu destnîşan kir ji wan tê bira bibêjin PKK rêxistineke terorê ya nelet e û wiha peyivî: "Bira Îmamoglu û Mansur Yavaşê li Enqereyê derkevin û bibêjin 'PKK rêxistineke terorê ya nelet e. Bira Xwedê belaya wan û belaya rayên ku ji wan were bide. Ez ji Sezgîn Tanrikuluyê çûye cinazeyên rêxistina terorê û parlamenterên mîna wî nefret dikim. Dilê min li hev dikeve ku ez bi yên mîna wan ra di bin banê heman partiyê da me.' De haydê bira bibêjin."
Soylu di berdewamiyê da wiha peyivî: "Tenê armanceke wan heye. Dixwazin hizûra bajarên me serobino bikin. Wê bibêjin 'Heger hûn li Rojhilat û Başûrê Rojhilat bi navê PKKyê me tesfiye bikin, em ê jî niha bikevin nava dilê we.' Ji bona vê jî hespê trûvayê eşkere ye. Ev li meydanê ye."