Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan wiha got: "Divê unsûrên çekdar, unsûrên terorîst cihên ku xelk lê rûdinê biterikînin û divê nekevin nava fealiyetên ku îpotek datîne ser îradeya gel û şik û gumanê dixe nava xebatên hilbijartinê. Ev tacîzeke mezin e"
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan li Navenda Koordînasyona Bajêr ya AK Partiyê daxuyanî da rojnamegeran û destnîşan kir ku li welat kampanyayên hilbijartinê hêdî hêdî lez girtin.
Akdogan diyar kir ku êrîşa ku li Agiriyê qewimî tacîzeke mezin e û wiha xeberda: "Divê unsûrên çekdar, unsûrên terorîst cihên ku xelk lê rûdinê biterikînin û divê nekevin nava fealiyetên ku îpotek datîne ser îradeya gel û şik û gumanê dixe nava xebatên hilbijartinê. Ev tacîzeke mezin e. Helbet hêzên ewlehiyê dê tevdîr bistînin. Kesên ku gotin û galgal dikin, bira carekê bizvirin û ji wan terorîstan re jî gotinekê bêjin."
Akdogan got biqasî ku em li vê bûyera neyênî ya dawiyê dinêrin, em dibînin ku hin kes dixwazin pêvajoya hilbijartinê îstismar bikin û wiha berdewam kir:
"Piştî vê bûyerê dema ku meriv bertekan dinêre, meriv dibîne ku makyaja HDPyê pir zû daweşiya. Em dibînin ku bi zordestî û şidetê hewl didin ku ray berhev bikin. Em dibînin ku li aliyekî dixwazin ku ji bo hilbijêrên rojava û yên li derveyê welat îmajeke cuda ava bikin, lê li aliyekî din jî li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê bi rêbazên berê anku bi zordestî û şidetê pêvajoya hilbijartinê terorîze dikin û dixwazin ray berhev bikin."
- "Xebata îpotekkirina îradeya gel e"
Akdogan diyar kir ku der heqê êrîşê de qala provokasyonê tê kirin û wiha pê de çû: "Provokasyon ne ew e ku hêzên ewlekariyê temasê xelkê bike û ji bo girtina tevdîrên ewlehiyê bikeve nava gel. Provokasyon ew e ku hêzên çekdar ên tundraw bikevin nava xelkê û di şûnwaran de bigerin. Hûnê hem bêjin bêçalakbûn û hem jî hêzên çekdar dê bikevin nava gel û dê li şûnwaran bigerin. Ev tiştekî nayê qebûlkirin e."
Alîkarê Serokwezîr Akdogan wiha berdewam kir:
"Çûn û hatina hêzên çekdar a li şûnwaran, hewleke wisan e ku di pêvajoya hilbijartinê de dibe sedema şik û gumanan. Hewla îpotekkirina îradeya gel e. Divê dawî bidin vê. Helbet peywira hêzên ewlekariyê ye ku aramiya gel û emniyeta hilbijartinê bîne bi cih. Ji bo asayîşa qamûyê jî hêzên me yên ewlekariyê mecbûr in ku her cure tevdîr bistînin û dê bistînin jî.