14 Sibat 2018•Rojanekirin: 14 Sibat 2018
ROMA
Wezîrê Parastina Neteweyî Nurettîn Canîklî got: "Ji bo ku em sînorên xwe biparêzin di mijara terorê ji Efrînê paqijkirinê de em bi biryar in."
Canîklî li Romaya paytextê Îtalyayê beşdarî "Civîna Wezîrên Parastinê ya Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna Dijî DEAŞê" bû.
Wezîr Canîklî behsa hewldanên Tirkiyeyê yên têkoşîna dijî terorê kir û anî ziman ku ew DEAŞ, PYD/YPG/PKK di serî de ji bo têkoşîna dijî rêxistinên terorê benda gavên civaka navneteweyî ne.
Tirkiye, Amerîka, Almanya, Îngiltere, Fransa di serî de wezîrên parastinê yên 15 welatan ji bo civînê hatin vexwendin.
Di civînê de Canîklî got bi tenê Tirkiye di têkoşîna dijî DEAŞa rêxistina terorê de bi dilsozî têdikoşe.
Canîklî di civîna ku Wezîrê Parastina Amerîkayê James Mattis jî beşdar bû de behsa Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku Artêşa Tirkiyeyê di 20ê çileya paşîn de li Efrînê daye destpêkirin, kir û li ser armanca operasyonê sekinî.
Caîklî wiha axivî: "Ji bo ku em sînorên xwe biparêzin di mijara terorê ji Efrînê paqîjkirinê de em bi biryar in. Tirkiye wê heta dawiyê wê gavan bavêje. Welatê me 66 sal e alîkariya NATOyê dike, lê welatên NATOyê bi têra xwe piştgiriyê nadin Tirkiyeyê ew dijî terora ku yekîtiya axa wî tehdîd dike têbikoşe."
Wezîrê Parastina Amerîkayê James Mattis di serî de wezîrên parastinê yên welatên ku piştgiriyê didin koalîsyonê gotin heqê Tirkiyeyê heye ku ew sînorên xwe biparêze.