Haydar Şahin
01 Tebax 2018•Rojanekirin: 02 Tebax 2018
İSTANBUL
Îbrahîm Kalinê Berdevkê Serokomariyê bi nûnerên cimaetên kêmneteweyan ra hat ba hev.
Li Ofîsa Dolmabaxçeyê ya Serokomariyê xwarin hat dayîn û Patrîkê Rûm ê Fenerê Barthelemeos, Serpîskopos Aram Ateşyanê Wekîlê Patrîkê Ermeneiyên Tirkiyeyê, Îsak Halevayê Serhahamê Tirkiyeyê, Mor Fîluksînos Yusuf Çetînê Wekîlê Patrîkê Cimaeta Qedîm a Siryanyan, Serpîskopos Levon Zekiyanê Serokê Rûhanî yê Katolîkên Êrmenî yên Tirkiyeyê, François Yakanê Wekîlê Patrîkê Cimaeta Keldanî, Korepîskopos Orhan Çanliyê Wekîlê Giştî yê Patrîkê Katolîkên Siryanî yên Tirkiyeyê, Bedros Şîrînogluyê Serokê Weqfa Nexweşxaneya Êrmeniyan a Surp Pirgîç û VADÎPê, İshak İbrahimzadehê Serokê Weqfa Serhahamtiyê ya Tirkiyeyê û Civata Cihuyên Tirk, Saît Susînê Serokê Weqfa Dêra Meryemanayê ya Jinan a Siryaniyan ya Beyoxluyê, Bernard Saribayê Serokê Weqfa Nexweşxaneya Katolîkên Êrmenî ya Surp Agop, Teoman Onderê Serokê Weqfa Dêra Katolîkên Keldanî û Vasil Liazeyê Serokê Weqfa Dêra Ortodoks a Ekzarhtiya Bilxaran beşdarî xwarinê bûn.
Midûrê Giştî yê Weqfan Adnan Ertem û Nûnerê Weqfên Cimaetan (kêmnetew) Morîs Levî jî beşdarî xwarinê bûn.
Nûnerên cimaetên kêmneteweyan ên ku li Tirkiyeyê xebatan dimeşînin do bi danezana hevpar va îdiayên dibêjin li Tirkiyeyê zextê li endamên dînên cuda dikin, derewandibûn.
Ji bo ku bêjin Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî di heman hesasiyetê da ye û kêfxweşiya ji danezana hevpar nîşan bidin îro bi nûnerên cimaetên kêmnetewan ra hatin ba hev.
Serokên dînî yên cimaetên kêmnetewan ên ku bi Kalinê Berdevkê Serokomariyê ra hatin ba hev ew ê li ser rojeva nav û derveyê Tirkiyeyê fikr û ramnên xwe parve bikin. Wekî mayîn ew ê li ser mijarên di rojeva cimaetan da jî fikr û ramanên xwe parve bikin.
Li bendê ne ku piştî civîna çapemenî hilnedanê daxuyanî were dayîn.