Serokomar Erdogan wiha got: "Dewleta paralel, rêxistina paralel, em hemûyan temîz dikin. Vêgavê ji Tirkiyeyê direvin. Em ê jî bidin dû wan, lewra kesên ku îxanetê li vî welêtî dikin wê bedêla wî bidin."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Salona Sporê ya Sînan Erdemê di "Hevdîtina Esnafên Mezin ên Tirkiyeyê" de axivî.
Erdogan diyar kir, esnafên ku kredî kişandine dizanin ku di 12 salên çûyî de ji bo vê mijarê pêşveçûnên çawa çêbûn.
Erdogan li ser berkeda kêmtirîn ya ku partiyên siyasî wed dikin sekinî û wiha axivî: Yek (partiyek) dibêje hezar û 400, yek dibêje hezar û 500, yek dibêje hezar û 600, yek jî dibêje 5 hezar lîre. Kesên ku hê lê zêde bikin hene? Haya van jê tuneye ku berkeda kêmtirîn çi ye. Berkeda kêmtirîn sînorek e. Dema ku tu zêde bidî kes nikare ji te re bibêje ku 'tu çima zêde didî?', lê ji vê hindiktir nabe. Berkeda kêmtirîn tê vê wateyê."
Serokomar Erdogan projeya "Tirkiyeya Navend" ya CHPê rexne kir û wiha got: "Derketiye dibêje 'Projeya Welatê Navend'. Çi heye di vê projeyê de? Dibêje ku 'ez ê 20 sal şûnda rêjeya bêkariyê daxim ji sedî 5an'. Ji aliyekê din ve çi dibêje? '4 salan bidin min, ez ê bêkariyê sifir bikim'. Ê ev karekî çawa ye? Tu ji aliyekê ve dibêjî '4 salan bidin min, ez ê bêkariyê sifir bikim' ji aliyekê ve jî dibêjî '20 sal şûnda ji sedî 5'. Çima? Danê êvarê cuda ye, danê sibehê cuda ye... Durus bibe durust. Ev gel derewan efû nake, efû nake."
Erdogan ji beşdarvanan re got ku "Pêdiviya me bi yekîtî û bihevrabûnê heye. Ka rabin ser piyan" û wiha axivî: "Lewra partiyeke siyasî ya ku rêxistina terorê ya melûm piştgirê wê ye heye. Wisa ye an na? Van ev millet perçe kir. Hûn 6 û 7ê cotmehê dizanin, bûn sedema mirina 50 welatiyên me. Şerm nakin, fedî nakin hinek aştî, ji aliyekî din ve mirin... Ji mûslixan xwînê diherikînin. Ji mûslixan av tê av, xwîn nayê."
Erdogan gotina xwe ya "Yek millet, yek welat, yek ala, yek dewlet" bi bîr xist û wiha got: " Dewleta paralel, rêxistina paralel, em hemûyan temîz dikin. Me got ku 'em ê bikevin şkeftên wan', em ketinê, em ê dewam bikin. Vêgavê ji Tirkiyeyê direvin. Qismekî wan wê birevin Pensîlvanyayê, qismekî wan wê birevin cihên din, em ê jî bidin dû wan. Lewra kesên ku îxanetê li vî welêtî dikin wê bedêla wî bidin."
Serokomar Erdogan wiha got: "Li gor me esnaf û hunerkarên me bingeha vî welatî ne û îro ez vê bingehê li pêşberî xwe dibînim ku sipûsaxlem e."