Nihat Kavşut
12 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2018
ANKARA
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî: "Kesên dixwazin û amadehiyê dikin sibeha 1ê Nîsana 2019an da lîstikan bînin serê Tirkiyeyê û xewnên zer dibînin wê li hember xwe me bibînin."
Bahçelî daxuyaniya nivîskî da û destnîşan kir kesên dixwazin û amadehiyê dikin sibeha 1ê Nîsana 2019an da lîstikan bînin serê Tirkiyeyê û xewnên zer dibînin wê li hember xwe wan bibînin û wiha got: "Kesên dixwazin wekî terora êlegzeran tevbigerin wê berdêla vê bidin. Kesên êlegê zer li xwe bikin divê bizanibin ku wê tazî razên."
Devlet Bahçelî destnîşan kir wê bi dilsozî tevbigerin û bi pey meseleyên biçûk nekevin û got ku bi helwesta Îtifaqa Cumhur em ê qeyd û bendên Tirkiyeyê derxin û biavêjin.