Mümin Altaş
26 Adar 2023•Rojanekirin: 27 Adar 2023
Serokê MHPê Devlet Bahçeli got, "Îtîfaqa Zîlletê bi mebesta nixumandina koalisyona xwe ya namerd a digel HDP-PKK-HDPê li ser Partiya Doza Azad (HUDA PAR) dest bi propagandaya reş kiriye. Ev fedî nakin, ev derewîn û jirêketiyên siyasî ne."
Bahçeli di daxuyaniya xwe ya nivîskî de destnîşan kir ku komployeke mustemlekekar a bi mebesta mahkumkirina kontrola welat di nava destê mandakaran de heye û ev yek roj bi roj kûrtir û çalaktir dibe.
- "Ketine pêşbirkekê ku rastiyan ji heqîqetê bi qetînin"
Bahçeli got, "Îtîfaqa Zilletê navenda cudaxwazî mixalefeta Tirkiyeyê ye, lê Îtîfaqa Cumhûr li dora qebûlên millî û manewî xwe li hev pêçaye, kaniya biratiyê û şanaziya gel e. Di rojê dawîn de e wnîqaşên sanal ên li ser HUDA PARê, polemîkên bi meqsed in. Dixwazin îtîfaqa me têxin binê gumanê de. Îtîfaqa Zîlletê bi mebesta nixumandina koalisyona xwe ya namerd a digel HDP-PKK-HDPê li ser HUDA PAR dest bi propagandaya reş kiriye. Ketine pêşbirkekê ku rastiyan ji heqîqetê bi qetînin. Ev fedî nakin, ev derewîn û jirêketiyên siyasî ne."
Bahçeli anî ziman ku HUDA PAR a ku biryara piştevaniya Serokomar Erdogan daye, 19ê Sermaweza 2012an ava bûye û got, "Heta nuha têkiliyeke vekirî di navbera Hîzbullaha rêxistina terorê û HUDA PARê de nehatiye tesbîtkirin. Lêbelê yên ku têkiliya HDPê û PKKê nizanibin tune ne. CHP û ÎYÎ Partî bi HDPê re tevdigerin ev jî tê wateyê ku di heman demê de bi PKK/YPG/PYDê re ne. Her tişt li ber çavan e. Carekê jî nehatiye dîtin ku HDP lanetê li terorê bîne. Kesek nebûye şahidê wê yekê ku HDP şermezariya PKKê kiribe. Lêbelê HUDA PARê bi awayekî giştî redda terorê kir û ji gel re anî ziman ku tê peywendiyeke wan bi rêxistinên îllegal re tune ye."