TBMM
Serokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demîrtaş der barê aqûbeta Komîsyona Lihevkirinê ya Makezagonê ya TBMMyê de wiha got: "Birêz Serokwezîr hûn dikarin bêyî me makezagonê çêbikin, lê ev tenê dê bibe makezagona we. Ji bo ku hûn makezagona xwe çêbikin hûn vê makezagonê diguherînin."
Demîrtaş di Civîna Koma BDPê ya TBMMyê de axivî û Ahmet Kaya û Seyît Riza bibîr anîn.
Demîrtaş destnîşan kir ku Ahmet Kaya ji bo trajediyên ku li Tirkiyeyê tên jiyîn bûye sembolek û Ahmet Kaya ne yê ewil e û ne jî yê dawiyê ye. Demîrtaş di berdewamiyê de wiha got: "Lêborîn xwestin helbet fezîletek e. Pêwist bû ku dewlet û hikûmet lêborînê bixwazin. Ev hikûmet jî, hikûmetên ku bên jî, dê mecbûr bimînin ku ji bo van zilman lêborînê bixwazin."
Demîrtaş bi bîr xist ku Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan der barê Şivan Perwer de wiha gotiye, "yên ku 38 sal e wî ji welatê wî dûr xistine wê çawa hesabê vê bidin" û wiha peyivî: "Serokwezîr ji bîr dike ku 12 salên van 38 salan, di heyama îktîdara wî de derbas bû. Ev hesabeke çawa ye me fehm nekir. Qene tu hesabê ji sêya yekî bide. Di desthilatdariya te ya 12 salan de bi hezaran Ahmet Kaya û Şivan Perwer li Ewropayê sirgûn in."
Demîrtaş diyar kir ku mezelê Seyît Riza wenda ye û wiha axivî: "Heta em qala Seyît Riza nekin, em nikarin qala qetlîama Dêrsimê bikin. Meseleya Seyît Riza yek ji wan meseleyan e ku divê lêborîn bê xwestin. Heger hûn dixwazin ji bo Elewiyan tiştên baş bikin, ev derfetek e. Meriv navê Elî li neviyê xwe bike tiştekî baş e, lê ev derd û birînên Elewiyan derman nake."
Demîrtaş destnîşan kir ku di pêvajoya çareseriyê de mijareke hessas jî girtîgeh in û wiha got: "Tu li Diyarbekirê ji bo sirgûnan digrî, lê 300 girtiyên siyasî sirgûnî girtîgehên dûr dikî û malbatên xwe nikarin bibînin. Di fikra te ya sirgûnê de seqetî heye."
Demîrtaş diyar kir ku girtîgeh bi gotinan vala nabin û wiha peyivî: "Qet nebe ji bo girtiyên nexweş xwedî merhemet be, dê ev vê pêvajoya li ber mirinê rakin ser pêyan. Nîqaşa li ser efûya giştî li derveyî îradeya Serokwezîr e. Dê girtîgeh çawa vala bibin? Girtiyên nexweş nikarin derkevin, kî ji gotina bawer dike ku dê girtîgeh vala bibin."
-"Demokrasî û azadî di mîkrofonê de xweş e"
Demîrtaş destnîşan kir ku dewlet li dijî Kurdan bi tirs û xofa dîrokî tevdigere û gotinên Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglû yên ku digot "Em ê li bakurê Sûriyeyê destûrê nedin tu tiştekî" bi bîr xist û wiha got: "Ji vê ditirsin. Dibêjin em destûrê nadin tiştên ku ji nişkê ve diqewimin, lê kesên ku li Afxanistan, Îngilistan, Çeçenistan, Pakistan û li Bexdayê jin û zarok nabêjin û mirovan serjê dikin ji wan re nabe sedema tirs û xofê. Pere didin wan û alîkariya lojîstîk didin wan. Li Diyarbekirê gotin xweş e, demokrasî û azadî di mîkrofonê de xweş e. Lê li sînorê Rojavayê dîwar çêdikin, sê kesên sivîl ên ku xwestin derbas bibin hatin kuştin. Hesabê vê zor e. Di mîkrofonê de rehet e ku meriv hesabê 80 sal î ji hikûmetên berê bipirse. Tenê di desthilatdariya te de 72 kes li mîting û çalâkî û xwepêşandanan de hatine kuştin. Hesabê vê zor e. Tu kesekî ji bo van tiştan ceza nexwariye. Ne ji bo 72 kesan, tenê ji bo du kesan hesab bipirsin em ji we bawer bikin."
-Ji bo xebatên makezagonê 3 şert
Demîrtaş destnîşan kir ku di bingeha hemû pirsgirêkan de nêzikbûyîna ji makezagonê heye û anî ziman ku AK Partiyê do diyar kiriye ku dê di Komîsyona Lihevkirinê ya Makezagonê ya TBMMyê de cih negirin.
Demîrtaş diyar kir ku ne girîng e ku dê kîjan partî bi çend endaman beşdarî Komîsyona Lihevkrinê bibe û wiha axivî:
"Tê gotin ku em dibêjin bêyî me makezagon nayê çêkirin. Bila dilê we rehet be, bêyî me jî dibe. Birêz Serokwezîr bila dilê te rehet be, bêyî me jî makezagon tê çêkirin. Birêz Serokwezîr hûn dikarin bêyî me makezagonê çêbikin. Em nabêjin bêyî me makezagonê çênekin, em tenê dibêjin ku heger em makezagona her kesî çêbikin em hene. Ji ber vê ye ku em ji meseyê radibin. Lê ev tenê dê bibe makezagona we. Ji bo ku hûn makezagona xwe çêbikin hûn vê makezagonê diguherînin. Divê CHP jî di nav de be, MHP û BDP jî. Divê partiyên li derveyî meclisê jî tevlî bibin. Makezagona hevbeş wiha tê çêkirin. Parlamenterên BDPyê kêm in, ji ber vê jî daxwaza BDPyê ne meşrû ye. Ma me ji bo ku pirsgirêka Kurd çareser bikin vê Komîsyona Makezagonê ava nekir. Heger em pirsgirêka Kurd nîwaş nekin û çareser nekin em çima makezagonê nîqaş dikin. Kenan Evren makezagona herî baş çêkiriye. Em dest nedinê. Heger em ê wê nîqaş bikin, vê makezagonê zirarê daye kurdan û her tiştê kurdan qedexe kiriye. AKP, CHP û MHP li dijî kurdan bûne yek û naxwazin makezagoneke nû bê çêkirin. Bila xebatên makezagonê ji çapemeniyê re vekirî be. Xabatên wiha veşartî nabe. Li wir kî çi dibêje û çi dixwaze divê çapemenî temaşe bike. Kî azadiyê dixwaze û kî li dijî makezagonê ye bila bê zanîn. Şetê me yê ewil ev e. Heger dewam bike divê vekirî dewam bike. Ya duyem jî Komîsyona Venedîkê. Ev komîsyon li gelek welatan di pêvajoya çêkirina makezagonê de çavdêriyê kir, bila li Tirkiyeyê jî çavdêriyê bike. Ya sêyem jî heta hezîrana 2014an xebatên eşkere bidomînin. Heger hûn hene, fermo."
news_share_descriptionsubscription_contact
