01 Hezîran 2017•Rojanekirin: 02 Hezîran 2017
BATMAN
Besîme Koncaya Parlementera HDPyê ya Sêrtê ku di çarçoveya lêpirsîna terorê de hatibû girtin, ji ber sûcê "kirina propagandaya rêxistina terorî" 2 sal û 6 meh cezayê hepsê xwar.
Rûniştina biryardayinê ya dozê, li Dadgeha 2yemîn a Cezayê Giran a Batmanê hat kirin. Konca tevî parêzerên xwe tevlî rûniştinê bû.
Dadgehê bo Koncayê ji ber sûcê "kirina propagandaya rêxistina terorî" biryara 2 sal û 6 meh cezayê hepsê da.