14 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2016
DIYARBAKIR
Besîme Koncaya Parlementera Sêrtê ya HDPê ya piştî ku bi biryara Hakimtiya Cezayê Silhê ya 1ê ya Batmanê bi şertê kontrola edlî serbest hatibû berdan li ser îtiraza dozgeriyê dîsa hat binçavkirin û bi biryara teze va hat girtin.
Konca di çarçoveya lêpirsîna ku Serdogezriya Komarê ya Batmanê rêva dibe da li Enqereyê hat binçavkirin û sewqî dadgehê kirin. Hamiktiya Cezayê Silhê ya 1î Konca bi şertê kontrola edlî serbest berda û dozgeriyê îtiraz kir.
Piştî îtirazê carekê dîsa der heqê Koncayê da biryara binçavkirinê hat dayîn. Konca ji bo ku rûniştina doza Çaglar Demirela Cîgirseroka Koma HDPê ya li Diyarbekirê teqîb bike hat Dadgeha Diyarbekirê û li vê derê hat binçavkirin.
Li vê derê li ser Sîstema bi Dîmen û Deng va carekê dîsa parastina wê hildan.
Hakimtiya Cezayê Silhê ya 2yan a Batmanê ya mihkemeya bilind der heqê Koncayê da bi hinceta "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" û "kirina propagandaya rêxistina terorê" va biryara girtinê da.
- Demirala Cîgirseroka Koma HDPyê ya ku li Enqereyê hatibû binçavkirin ji aliyê Dadgeha Cezaya Giran a 5emîn a Diyarbekirê ve hat girtin
Çaglar Demirala Cîgirseroka Koma HDPyê ya ku li Enqereyê hatibû binçavkirin hat girtin
Piştî biryara girtinê ya Dadgeha Cezaya Giran a 5emîn a Diyarbekirê Demirel li Enqereyê hat binçavkirin û ew anîn Diyarbekirê û piştî miameleyên li ewlehiyê sewqî dadgehê kirin.
Demirelê di rûniştina li Dadgeha Cezaya Giran a 5emîn a Diyarbekirê de sûcdarkirinên der heqê xwe de qebûl nekirin û bereata xwe xwest.
Dozger jî di mitalaaya xwe ya ku amade kir de xwest ku Demirel bê girtin.
Dadgehê navbereke kurt da û piştî navberê biryar da ku Çaglar Demirala Cîgirseroka Koma HDPê bê girtin.
- Îddianame
Di îddianameya ku der heqê Demiralê hat amadekirin de ji ber sûcên "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar", "propagandaya rêxistina terorê" û "bê çek beşdariya civîn û meşên dereqanûnî û digel hişyariyan belav nebûn" ji 10 salan heta 23 salan cezaya hepsê tê xwestin.