KONYA
Rêxistina AK Partiyê ya Konyayê, Konyayê ji bo serdana ewil a nav welat a Serokwezîr Ahmet Davûtoglû amade dike. Davutoglû dê di 6ê îlonê de here serdana Konyayê.
Serokbajarê AK Partiyê Ahmet Sorgûn di pêşengiya Serokatiya Bajêr de parlementer, serokên şaredariyan, serokên navçeyan digel rêxistina bajêr kom kir û ji bo amadehiyên berî hatina Davûtoglû plan çêkir.
Sorgûn destnîşan kir ku ji bo temaşekirina komcivîna ewil a di serokatiya Davûtoglû de hat kirin, hat Anqereyê û ew roj bi Serokwezîr Davûtoglû re hevdîtin kir.
Sorgûn got ku Serokwezîr sozê xwe yê "Ez ê ewil herim ziyareta Konyayê" bi cih anî û got ku 12 salin ku AK Partî desthilatdar e û her tim sozên xwe bi cih anî û diyare ku dê ev kevneşopî berdewam bike.