ANKARA
Pirtûka duyemîn a ji rêzepirtûkên bi navê "Anadolu Agency li wir bû" ya bi navê "Abluqa, Şer, Berxwedan: Xeze" li pirtûkfiroşan e.
Anadolu Agencyê (AA) di van salên dawîn de nûçegihaniya xwe ya navneteweyî derxist pêş û ev xebatên xwe jî wek pirtûk weşand. AA geşedanên ku li Rojhilata Navîn diqewimin, digihîne aboneyên xwe yên li çar aliyê cîhanê. AAyê xebatên xwe wek pirtûk weşand û ev pirtûk der barê 3 welatên ku şahidê êş û azara wir wek çavkaniyên arşîvê ne.
Piştî pirtûka bi navê "Şoreşa Nîvcomayî, Misr" a ku qala qetlîama li Rabiayê dike, niha jî AA drama mirovahiyê ya li Filistînê bi pirtûka bi navê "Abluqa, Şer, Berxwedan: Xaze" pêşkêşî me dike.
Serokê Lijneya Birêvebirinê û Midûrê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk berpirsyarê weşana giştî yê her sê pirtûkan e. Pirtûka duyemîn a rêzepirtûka Anadolu Agency wir bû, bi navê "Abluqa, Şer, Berxwedan: Xaze" derket. Timeke ku ji 30 kesî pêk tê û di nav de nûçegihan û edîtor hene, pirtûk wek şeş beşên cuda amade kir. Di pirtûkê de qala kurtedîroka Filistînê, bandora Yaser Arafatê ku sembola berxwedanê ye, lihevkirina Fetih û Hemasê û întifada, digel gotina "One Minute" ya Erdogan, êrîşa li ser keştiya Mavî Marmarayê û bombebaranên dawî yên Îsraîlê yên ku di 7ê temûzê de dest pê kirin û bûn sedema mirina 2145 kesan tê kirin.
Nûçegihanên AAyê yên ku bûyer ji nêz ve şopandin jî çavdêriyên xwe yên di dema bombebarana li Xezeyê, şahidî û tiştên ku di dema bûyerê de hatin serê wan bi serenava "li wir bû" rastrast pêşkêşî xwendevanan dikin. Di pirtûkê de şahidiya Midûrê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk a bi serenava "Dîplomasî û Nûçegihaniya di bin Bombeyan de" jî cî digire.
Di pirtûka Filistînê de gelek wêneyên taybet ên ku fotonûçegihanên AAyê kişandibûn, hatin bikaranîn. Nûçegihan di mudaxeleya xwînî ya li Şûcaiye û Xezeyê de li cihê bûyerê bûn. Di pirtûkê de qala têkçûna derûniyeta nûçegihanan û bandora bûyeran a li ser wan tê kirin. Di beşa şahîdiyan de tê gotin ku gelek nûçegihanan di şopandina bûyeran de li ber xwe nedane, giriyane û demeke dirêj di bin bandora bûyeran de mane.
"Tenê sê herêmên erdnîgariya ku êş lê kêm nabe"
Serokê Lijneya Birêvebirinê û Midûrê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk der barê sê pirtûkên ku berpirsyarê weşana wan a giştî ye de wiha axivî: "Misir, Xaze û Sûriye tenê sê herêmên wisa ne ku êş lê kêm nabe. Nûçegihanên Anadolu Agencyê ji nêz ve şahidiya bûyerên ku li van her sê herêman qewimîn, kirin. Ji ber bûyerên dilsoj ên ku ev sê sal in li herêmê berdewam dikin, derûniyeta me xira bû, em nexweş ketin, birîndar bûn û jiyana me guherî. Li ber çavê me mirov hatin kuştin, zarok û jin bi êşkenceyê hatin kuştin û piştî ku me ev yek dîtin em êdî nikarin wek berê li jiyanê binêrin."
Ozturk her wiha diyar kir ku "nûçegihanên erdnîgariya herî dijwar a cîhanê ne" û got ku "Em kesên wisa nin ku her rojên xwe di nav şer de diborînin, hemû nûçeyên xwe ji bo bûyerên herî dilsoj ên mirovahiyê vediqetînin. Em şahidiya mirin, êşkence û zêmaran dikin."