TBMM
Îro li gelek cihan tê niqaşkirin ku "Gelo kurdî di nav tûtanakên meclîsê de heye an na an jî di meclîsê de bi kurdî hatiye axaftin an na?" Li ser van niqaşan lêkolîn hatinkirin û derket holê ku kurdî 7 mehan piştî vekirina meclîsa ewil ketiye di tûtanakên meclîsê de.
Peyvên kurdî di naveroka 106emîn ya Cerîdeya Zabitan ya Meclîsê ya dîroka 30ê çiriya paşîn 1920an de hene. Gotinên bi kurdî yên di tûtanakan de, gotinên Parlementerê Muşê yê wê demê Hecî Ehmed Hemdî Beg in.
Li gor tûtanakan Serokê Meclîsê dibêje "Ehmed Hemdî Efendî keremke", li ser vê Hecî Ehmed Hemdî Beg derdikeve kursiyê. Di wê gavê de qêreqêrên "Muzakere têra dike" bilind dibin.
Hemdî Beg bi gotina "Hevalên mixterem" dest bi axaftina xwe dike û wiha dewam dike: "Hevalên ezîz bawer bikin ku heke hûn herin Kurdistanê, hûnê bibînin ku ji ahaliya wir, ji sedî 8 nikarin bi tirkî biaxivin û fêm bikin û ji sedî 95ê wan jî nizanin binivîsin û bixwînin. Gelo dema ew bên dê wergervanan bi xwe re bînin? Heke musadeya we hebit, ez ê bûyereke tu di serê min de derbas bûye ji we re parve bikim. Ez di sala 1327an de li navçeya Şîranê midûrê milkan bûm. Li wir ji azayên dadgehê Haro Axa hebû. Dadgerî dikir û katibê wî jî hebû. Hinek caran dema katibekî biryarnameyek ji bo îmzekirinê dianî wiha digot... "
Hemdî Beg ji parlementeran re dibêje "Ez ê vê bi kurdî bêjin" û dizivire katiban û ji wan re dibêje "baş binivîsin."
Hemdî Beg axiftina xwe didomîne û wiha dewam dike: "Dema biryarname îmze dikir, digot 'Babo ne izna yekem, ne seravi mulazayiha bikem, bekiçe muntefîşekî han.'
Her wiha kurdî dikeve di tûtanakan de.