10 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2017
AGRI
Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR)ê Zekeriya Yapicioglu der barê întiqala eskerên Tirkiyeyê yên ji bo Îdlibê da got: "Li gor me piştgiriya filan û bêvan koma muxalif, rejim û yan jî dewletê çareserî nîne. Çareserî, temirandina agirê fitnekariyê ye ku li Sûriyeyê hilbûye. Emê piştgiriyê bidin hemû gavên erênî yên ji bo temirandina vî agirî û sekinandina xwîna li wir diherike tên avêtin."
Yapicioglu li Agiriyê bi nûnerên saziyên civakî yên sivîl ra hat bal hev û der haqê mijarên di rojevê da fikrên xwe bi wan ra parve kir.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu referanduma Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) li dar xistibû jî nirxand û wiha pê da çû: "Ez wisa difikirim li ser meseleyên wek referandum kirin, heq bû, neheq bû, rast bû, çewt bû sekinîn ji vê saetê bi şûn va beredayî ye û bi kêrî tiştekî nayê. Lewra referanduma îlankiribûn di 25ê îlonê da kirin û encam kifş bû."
Di berdewamiya axaftina xwe da Yapicioglu got: "Tirkiye, hikûmeta navendî ya Iraqê ku hikûmeta Bexdayê ye, Îranê gotin ku referandumê nas nakin û wê li ser encamên wê jî xebernedin, ev terciha wan e, li serê xeberdidin, encamê qebûl dikin û yan nakin ew wan eleqedar dike. Ew mijara ku em dixwazin li serê bisekinin ew e ku bi hinceta vê referandumê bilêvkirina alternatîfên eskerî yên li ser maseyê xetereyeke pir mezin e. Beriya hewla derbeya 15ê Tîrmehê, di wê demê da û paşê jî ew Rojavaya ku Tirkiye û hikûmet jê ra dibêjin dostê me di rastiyê da wek dostekî nêzî Tirkiyeyê nebû û her kesî jî dît ku ji bo wê gorekê dikole."
Yapicioglu bal kişand ser tevgerên Rojava û ji Trikiyeyê xwest ku meseleyên di nav welêt da serê wê diêşîne hel bike û wiha pê da çû: "Em dibêjin heke Tirkiye di nav xwe da aştiyê pêk neyne û vê yekê baş bi cih neke serî netewandina wê ya li hemberî derva wê zor be. Lazim e mirov ewilî hundirê mala xwe ser û ber bike û yekîtiya xwe zexim bike."