DIYARBAKIR
Partiya Doza Azad (Huda Par) di yekemîn damezrandina salvegera xwe de namzetên şaredariya Diyarbekir û Şirnaxê da nasandin.
Li Eywana Sporê ya Seyrantepeyê ji bo nasandina endaman civîn hat lidarxistin. Di civînê de Serokê Giştî yê Huda Parê Zekeriya Yapicioglu got: "Hilbijartinên herêmî yên ku di 30ê adara 2014an de bên kirin bi tenê ne hilbijartina şaredaran e lewra ev hilbijartin ji bo pêşeroja gelê misilman jî girîng e. Heke em bi hewl û xîret bixebitin û bigihêjine encameke baş hûn ê jî bibînin ku ew ê bandora wê li hemû erdnigariya Îslamê bê dîtin."
Yapicioglu destnîşan kir ku çareserkirina pirsgirêka kurdî bêyî îslamê ne mimkun e û wiha dewam kir: "Hevpariya me ya ku bi qewmê ereb, faris, tirk û kurdên ku cîranê me ne re Îslam e. Îslam ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd jî bingeh e. Kurdên misilman ji bo vê amade ne. Heke her kes li gor hiqûqa biratiya îslamê tevbigere dê mesele hel bibe, pirsgirêk namîne.
Namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbakirê yê Huda Parê Mehmet Huseyîn Yilmaz jî got: "Em dixwazin şaredariyeke ku tê de rêxistin, gendelî, ger û dolab tuneye bînin.
Namzetê Şaredariya Şirnakê yê Huda Parê jî Halît Tatar e.