Walîtiya Agiriyê ragihand, nûçeyên ku dibêjin li navçeya Bazîdê "gundî ji bo ku nehêlin operasyon were kirin, bûn mertal û wê demê di navbera gundî û hêzên ewlehiyê de rageşî derket. Endamên rêxistina terorê ya PKKê li ser vê gule agir kirin", ji binî va derew in.
Walîtiyê daxuyaniya nivîskî da û wiha got: "Di hin saziyên çapemeniyê de nûçe derketin û dibêjin ku li navçeya Bazîdê hêzên ewlehiyê hatin herêmê ku operasyonê bibin ser Çiyayê Agiriyê û gundî jî ji bo ku nehêlin operasyon were kirin, bûn mertal û wê demê di navbera gundî û hêzên ewlehiyê de rageşî derket. Endamên rêxistina terorê ya PKKê li ser vê gule barandin û pevçûn derket. Li ser van nûçeyan hewcedarî hat dîtin ku daxuyanî bê dayîn."
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Duh di saet dora 16.00î de li gundên Topçatan û Gulyuzuya navçeya Dogubayazitê li ser agahiya ku rêxistina terorê ya PKKê wê rê bigre û gundiyan wek mertal bi kar bîne, hêzên me yên ewlehiyê li ser rê tevdîr hildane. Endamên rêxistina terorê ya PKKê gundî kom kirin û anî cihê navborî. Endamên rêxistinê wê demê hêzên ewlehiyê ferq kirin û gule berdan hêzên ewlehiyê. Hêzên ewlehiyê jî li ser vê bersiv da û terorîst cihê jê hatin revîn wir. Li gor îfadeya welatiyên ku anîn wir, hin kes bi zorê anîne û hinekan got ku xwestin ku wan wek mertal bi kar bînin."