Piştî ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wezîfe da Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Davutoglu ku hikûmetê ava bike, Davutoglu ji bo hevdîtinên koalîsyonê bi Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ra hat bal hev.
Ahmet Davutoglu, Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş, Wezîrê Çand û Tûrîzmê Omer Çelîk, Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz û Parlementera Stenbolê ya AK Partiyê Ayşe Nur Bahçekapili hatin Navenda Giştî ya CHPê.
Davutoglu bi wesaîteke ku plaqa wê sivîl e va hat CHPê. Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Faîk Oztrak Davutoglu pêşwazî kir.
Hevdîtina li CHPê bi dawî bû.