18 Hezîran 2016•Rojanekirin: 18 Hezîran 2016
ORDU
Arîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş got ku "(Têkoşîna dijî terorê) Encamên erênî tên bidestxistin. Dest bi paqijkirina bajêran kirin. Ji niha pê ve li bajêrên ku ji terorê hatin paqijkirin dê demildest jiyan bê normalîzekirin."
Kurtulmuşê ji bo ku beşdarî bernameyên cur bi cur be hat Orduyê li balafirgeha Ordu-Gîresunê bersiva pirsên rojnamevanan da.
Kurtulmuş li ser pirsa rojnamevanekî ya der heqê bûyerên terorê yên ku diqewimin de got ku "Tirkiye ji par 22yê temûzê vir ve bi awayekî rêk û pêk dijî terorê têkoşîn dide. Em têkoşînekî gelekî berfireh dikin. Teror bi rastî jî bi awayekî belavbûyî li bajaran, li gelek navçeyên me xendeq kolan, çal kolan an jî bi bikaranîna êrîşkarên xwekujiyê bi awayekî ku zirarê bidin bajarên me yên mezin jî fealiyetan dikin."
Kurtulmuş got ku ji 22yê temûzê vir ve bi kordînasyonekî gelekî bi tesîr ser terorê ve diçin û wiha axivî: "Înşeallah dê ji binî ve bê pasîfîzekirin. Dê êdî Tirkiyeyê rêxistinên terorê bi tu awayî nekarin ku fealiyetê bikin. Em ji vir bi taybetî ji ber piştgiriyên ku didin spasiya gelê herêmê û birayên xwe yên kurd ên li Rojhilat û Başûrê Rojhilat ên ku ji bo têkoşîna terorê didin, dikin. Heke gelê herêmê piştgirî nedaya vê fedakariyê nekiriya dê têkoşîneke dijwartir bihata kirin."
- "Dê ji bo herêmê derfetên veberhênanê yên nû bên derxistin"
Kurtulmuş destnîşan kir ku dê gel têkoşîna dijî terorê qezenc bike û wiha axivî:
"Encamên erênî tên bidestxistin. Dest bi paqijkirina bajêran kirin. Ji niha pê ve li bajêrên ku ji terorê hatin paqijkirin dê demildest jiyan bê normalîzekirin. Em ji bo vê planeke çalakiyê dikin. Hemû wezaratên me peywirên ku dikevin ser milê xwe bi cî tînin. Ji bo ku ev bajêr ji nû ve bên avakirin, derfetên îstihdamkirina welatiyên me bên zêdekirin projeyeke gelekî berfireh tê kirin. Ez hêvî dikim ku di demek kurt de çawa ku piştî erdheja Wanê Wan wekî bajarekî nû hatibe avakirin ev bajêr jî, li Silopiyê, li Cizîrê jî li gor dîroka wan bajêran bi awayekî gelekî xweşiktir bên avakirin. Jixwe welatiyên me li cihên ku teror lê xilas bû dest bi karên xwe kirin. Dê ji bo herêmê derfetên nû yên veberhênanê jî bê kirin. Dê veberhênanên kamû û sektora taybet bînin herêmê. Lewra hem rêxistina terorê dê nekare ku gelê herêmê bikşîne bal xwe û hem jî em ê zirarên ku dê bide gelê herêmê bê kêmkirin."
- Çalakiyên PKKyê yên li Behra Reş
Kurtulmuş destnîşan kir ku têkoşînekî dijwar didin û wiha axivî: "Terora ku em dibêjinê PKK tenê ji ew çend hezar kesên ku em dibînin pêk nayê. Em dizanin ku çendî welat, çendî hezên mezin piştgiriyên çawa didin wan. Piştgiriya îstixbarî didin van, piştgiriya lojîstîk didin van, piştgiriya siyasî didin van, heta piştgiriya çekan jî didin. Ji ber wê em ne tenê bi rêxistinekî re dijî hêzên li pişt van rêxistinan jî têkoşîn didin. Lê bê teredut dê gel vê têkoşînê qezenc bike. Înşeallah em ê hemû bajarên xwe gumrah û ewledar bikin."
Kurtulmuş li ser pirsekî der heqê bûyerên terorê yên ku li Behra Reş diqewimin de wiha axivî: "Armancekî terorê heye. Hin kes wan wekî taşeronê bi kar tînin. Hin kes mirovan dixapînin û li nav terorê bi cî dikin. Lê sedema sereke ya ku hemû rêxistinên terorê dixwazin ku li dinyayê û li Tirkiyeyê bikin tirsandina gel, bêaramkirina gel e. Hedefa duyemîn a terorê jî ji ser cudahiyên etnîk ên li welêt derxistina aloziyên cudahiyên etnîk e ku bibe sedem li civak dabeşî çêbin."
- "Gel natirse û ji dewleta xwe naxeyide"
Kurtulmuş destnîşan kir ku dê teror negihije armanca xwe û yê esil ê ku dê bi ser bikeve jî dê Tirkiye be û wiha axivî:
"Teror di pêngava sêyemîn de jî heke bikare dixwaze ku bêîstiqrariyê derxîne, heke îxtimala dabeşî û parçebûnê hebe wê îxtimalê bîne rojevê, der heqê vê de ji derve piştgiriyên siyasî peyda bike û bi vî awayî wî welatî parçe bike û bikeve nav teşekuleke nû. Niha şikir ji Xwedê re ku yek ji van jî li Tirkiyeyê çênebûn. Sedema sereke ya ev qas harbûna rêxistinên terorê jî ev e. Gel natirse û ji dewleta xwe naxeyide. Her wiha dixwazin ku vî welatî şerê kurd û tirkan derxînin. Gelê me bi tu awayî hemberî hev bi hestên neyartiyê tevnagere. Ji ber wê jî rêxistina terorê dê bixwaze ku li her derê vî welatî bûyeran derxîne. Dê li Behra Reş mirovan aciz bikin, li Behra Spî mirovan aciz bikin, Xwedê biparêze em di demsala tûrîzmê de ne, dibe ku êrîşê hin herêmên me yên tûrîstîk bikin. Dê van bikin ku hemû gelê Tirkiyeyê bitirse. Di nav bêewlehiyê de be, di nav gel de cudahiyê derxînin. Lê dê ev nebin. Gelê me dê di nav yekîtî û bihevrebûnê de rêya xwe berdewam bike. Teror dê bi ser nekeve, dê Tirkye bi ser bikeve."