Nihat Kavşut
22 Hezîran 2018•Rojanekirin: 23 Hezîran 2018
ANKARA
Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Ahmet Arslan: "Di Balafirgeha Nû ya Stenbolê da wê 225 hezar kes bixebitin. Ev 45 qatê TUPRAŞê ye. Yanê tevî malbatan wê qederê 1,5 milyon kes jê sûd werbigire."
Arslan bû mevanê Maseya Edîtoran ya Ajansa Anadoluyê (AA) û der heqê rojevê da axivî.
Wezîr Ahmet Arslan diyar kir ku di Balafirgeha Nû ya Stenbolê da wê 225 hezar kes bixebitin û wiha got: "Ev 45 qatê TUPRAŞê ye. Yanê tevî malbatan wê qederê 1,5 milyon kes jê sûd werbigire."
Arslan diyar kir ku wek welatiyekî ku bi eslê xwe Kurd e dibêje heger Tirkiye nebûya îro li Iraq û Sûriyeyê bi milyonan Kurd hatibûn kuştin.
Wezîr Ahmet Arslan destnîşan kir ku mixalefet der barê projeyan da gelek tiştan dibêje Û wiha got: "Lê erênî nîne. Tenê alternatîfeke wan dimîne. Dijberiya Recep Tayyîp Erdogan."