HEWLÊR
Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê encamên fermî yên hilbijartinên giştî yên ku di 30ê nîsanê de hatin kirin belav kir. Lîsteya Dewleta Qanûnê ya Serokwezîrê Iraqê Nûrî el-Malîkî 92 kursî bidestxist û bû partiya yekemîn. Lîsteya Mutahîdûnê ya Ûsame Nûceyfî jî 23 kursî bidestxist.
Blokên sunî yên ku di hilbijartinên giştî yên 2010an de 91 kursî bidestxistibûn vê carê ji ber ku bi hev re tevnegeriyan di hilbijartinê de rayên wan kêm bûn. Malîkiyê ku di hilbijartina berê de 89 kursî bidestxistibû vê carê hejmara parlementerên xwe 3 kursî zêdetir kir û bi vî awayî serketina xwe têkûz kir.
- Li Bexdayê herî zêde lîsteya Malîkî deng wergirt
Li Bexdayê Lîsteya Dewleta Qanûnê ya Malîkî 30, Bloka Weteniye ya Iyad Elawî 10, Eniya Sadr 6, Lîsteya Mûwatin a Emer el-Hekîm 5, Lîsteya Mûtahîdûn a Ûsame Nûceyfî jî 4 kursî bidestxist.
Li Kerkûkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya Celal Talabanî 6, Eniya Tirkmenên Kerkûkê 2, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Mesûd Barzanî 2, Yekîtiya Ereban 1 û Îtîlafa Erebên Kerkûkê jî parlementerek derxist.
Li Enbarê Mûtahîdûnê 4, Enbar Wefa 3, Yekîtiya Iraqê 2, Hevkariya Ereban 2 parlementer; li bajarê Wasîtê Dewleta Qanûnê ya Malîkî 6, Eniya Sadr 3 û Mûwatinê 2 kursî bidestxistin.
Li bajarê Mîsanê Dewleta Qanûnê 4, Eniya Sadr 3, Mûwatin 2, Hevkariya Perwerdeya Ceferî kursiyek; li Besrayê Dewleta Qanûnê 12, Mûwatin 6, Eniya Sadr 3, Hevkariya Perwerdeya Ceferî 2, Hevkariya Alternatîf a Iraqê kursiyek; li Babîlê Dewleta Qanûnê 7, Mûwatin 3, Ahrar Babîl 3, Civata Kefaatê 1, Weteniye 1, Hevkariya Perwerdeya Niştimanî kursiyek bidestxistin.
Li Zîkrayê Dewleta Qanûnê 8, Mûwatin 4, Ahrar 2, Hevkariya Fazîlet û Rizgariyê 2, Hevkariya Niştimanî 1 û Hevkariya Perwerdeya Neteweyî kursiyek; Li Selahedînê Hevkariya Ereban 3, Mûtahîdûn 3, Weteniye 2, Hevkariya Selahedînê 1, Hevkariya Iraqê 1, Hevkariya Niştimanî ya Selahedînê 1 û Hevkariya Kerameyê jî kursiyek; li Necefê Dewleta Qanûnê 6, Hevkariya Wefaya Iraqê 2, Ahrarê kursiyek; li Kerbelayê Dewleta Qanûnê 7, Ahrar 2, Mûwatin 1, Fazîlet 1; li Musenayê Dewleta Qanûnê 4, Mûwatin 2 û Ahrarê jî kursiyek bidestxistin.
Li Qadîsiyeyê Dewleta Qanûnê 5, Ahrar 2, Mûwatin1, Hevkariya Fazîlet û Rizgariyê 1, Civata Kefaeyê 1 û Doza Îslamî 1; li Diyalayê Dewleta Qanûnê 3, Hevkariya Diyala Nasnameya Me Ye 5, Weteniye 2, Aşitiya Kurdistanê 2 û Ahrarê jî kursiyek wergirtin.
Li Mûsilê Mûtahîdûnê 12, Hevkariya Kurdistanê 6, Hevkariya Niştimanî 4, Hevkariya Mûsilê ya Niştimanî 3 û Hevkariya Ereban 3 parlementer derxistin.
- Encamên fermî yên herêma Kurdan jî wiha ye:
Li Silêmaniyê Goran 7, YNK 6, PDK 2, Partiya Yekîtiya Îslamî (Yekgirtû) 2, Partiya Civaka Îslamî (Komela) kursiyek; li Hewlêrê PDK 7, YNK 3, Goran 2, Komela 2; li Duhokê jî PDK 8, YNK 1 û Yekgirtûyê jî 2 kursî bidestxistin.