01 Sibat 2017•Rojanekirin: 02 Sibat 2017
ANKARA
Serokwezîr Yildirim: "Berpirsiyariya me ya dîrokî heye. Em li vê herêmê hêzeke ewlehiyê ne. Dorhêla me agir e. Li Sûriyeyê 6 sal e dewlet tuneye, li Iraqê deshilatdarî tuneye. Hemû berdêlên derdikevin Tirkiye dide."
Bînalî Yildirimê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr li navenda giştî ya partiya xwe di "Merasima Xelatên Civakên Sivîl a Salê" ya bi destê Serokatiya Têkiliyên Gel û Civaka Sivîl a AK Partiyê hat çêkirin da xeberda.
Serokwezîr Yildirim diyar kir wê terorê ji rojeva welêt derxin û wiha got: "Emê terorê ji rojeva welêt bixin. Em ê herî zêde li ser aboriyê, li ser kar bisekinin da ku mirovên me kêfxweş bin û ji bo ku di nav ewlehiyê da bijîn em ê bi hemû hêza xwe va xebatên xwe bidomînin."
Yildirim der barê sîstema hikûmetê ya Seromariyê da wiha axivî: "Eger em vê nekin wê çi bibe? Duserîtiyê wê dewam bike. Li aliyekî sîstema parlamenteriyê heye li aliyekî din jî serokomarê ku dîrekt gel hilbijartiye heye. Nabe. Di qoltixekê de du qabtan nabin. Lazim e qabtan yek be. Şexs wê bên û herin lê ya girîng welat e. Eger derdê me qoltix bûya em nediketine nav vê guherînê."
Serokwezîr Yildirim der barê gotinên serokê mixalefeta sereke da wiha peyivî: "Serokê Giştî yê partiya muxalefeta sereke di hevpeyvînekê da dibêje ku 'Bi zorê destûr nabe.' Ev tê wateya tunehesibandina Meclisê. Ev destûr li Meclisê hat gotûbêjkirin, bi xwe jî li wir bû. Ciyê temsîla vîna gel kuder e? Meclis e. Nûnerên gel li wir in. Digel ku ev hemû li holê ne û meriv rabe bêje, 'Ev guhertina destûrê bi zorê ye', wê demê ev dibe înkara siyaset û vîna gel."